Qirker yek in

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 22 Tebax 2021 - 23:01

Meclîsên jinên Kurd ên li bajarê Elmanyayê Frankfurtê û hewîrdora bajêr, bi mebesta şermezarkirina êrişên qirker ên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û ji bo piştevaniya bi jinên Efxan re çalakiyek li dar xistin.

Koma Woman Defend Rojava û jinên Efxan jî bi alên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê jinên Efxan jî axaftinek hat kirin. Wê got, Ewrûpa û DYE di nava 20 salan de Efxanistan radestî Talîbanê kir û ev hemû li ber çavê cîhanê pêk hatin. 

Di axaftina li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên li Ewrûpayê de hat destnişankirin ku li Şengal û Efxanistanê heman hişmendiya faşîst, dînperest û dijminê jinê heye.

Axaftvana Kurd got, dewleta Tirk bi awayekî hovane Kurdistanê bombe dike û gelê Kurd qetil dike. Wê êrişa li dijî Şengalê jî rûreş kir.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.