Komeke çalakvanan, bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê beriya bi mehekê ji bo stargeh û girtîgehên jinan dest bi kampanya komkirina pirtûkan kiribû. Piştî ku kampanya bi dawi bû, bi civîneke çapemeniyê encama kampanyayê hat eşkerekirin.
Hat gotin, di nava mehekê de zêdetirî 7 hezar pirtûkan hatine komkirin. Pirtûkên hatine komkirin, ji roman û çîrokan pêk tên.
Yek ji berpirsên kampanyayê Kosret Ehmed got, “Rewşa derûnî ya jinan a li nava girtîgeh û stargehan, ne baş e. Ji bona wê, me kampanya komkirina pirtûkan da destpêkirin. Armanca me ew e ku li stargeh û girtîgehên jinan, pirtûkxaneyê ava bikin, yan jî pirtûkxaneyên ku hene dewlemendtir bikin. Hebûna pirtûkxaneyan li nava stargeh û girtîgehan, gelekî giring e. Bi taybetî dema li nava girtîgeh û stargehan rewşa derûnî ya jinan xirab dibe, xwendina pirtûkan dihêle ku derûniya wan aram bibe.”
Kosret Ehmed diyar kir ku di demeke nêzîk de ew ê li gel wezareta karûbarên civakî pirtûkan bidin stargeh û girtîgehên jinan ên li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ