Dewleta Tirk çeka kimyewî bi kar anî 

Çarşem 17 Sibat 2021 - 01:38

HPG'ê diyar kir ku dewleta Tirk li Garê çeka kimyewî avêtiye kampa Siyanê û got, "Ji ber çeka kimyewî ku bikaranîna wê qedexe ye, hatiye bikaranîn mirov nikare bikeve nav kampê.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li ser kampa êsîran a li Siyanê ya Garê çekên kimyewî hatine bikaranîn.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye: "Li herêma Garê di navbeyna 10-14'ê Sibatê de encama êrîşên dagiker ên dewleta Tirk a mêtinger û qirker tê zelalkirin û her cara encamek zelalkirî bi dest bikeve wê bi raya giştî ve bêne parvekirin.

Dewleta Tirk a dagirker, tevî ku li erdê derbeke giran xwar û vekişiya jî êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û nexasim li ser herêma Garê didomîne. Êrîşên hewayî zelalkirina encaman û parvekirina wan bi raya giştî re bi derengî dixîne.

Bêhneke giran a kîmyewî

Ji bo rûdana li kampa ku êsîr lê dihatin girtin a li qada Siyanê ya herêma Garê bi rengekî zelal û berbiçav were fêhmkirin hêzên me gihaştine vê kampê. Lê li gel ku 3 roj di ser re derbas bûne jî li kampa êsîran û li derdorê bêhna gazeke giran û kimyewî heye. Ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve li ser vê kampê ji ber ku çeka kimyewî hatiye bikaranîn, ku bikaranîna van çekan di çarçoweya sûcê şer de tê dîtin û bikaranîna wê qedexe ye, mirov nikare bikeve nav kampê. Bi îhtîmaleke mezin her kesê li kampê piştî ku bi gaza kimyewî hatine kuştin piştre gule li wan hatiye reşandin. Nîşaneyên pêşî ku em gihaştinê ev in.

Hevrê Gelhat şehîd bû

Di daxuyaniya xwe de ya 14'ê Sibata 2021’ê me ragihandibû 13'ê Sibatê ji saet 23:30'an û heta 14'ê Sibatê 01:00'ê derdora gundê Şikeftiyan a herêma Garê 5 caran hatiye bomekirin. Di vê bombebaranê de hevrêyê me Gelhat Tolhildan şehîd bûye.

Di serî de malbata hêja ya vî hevrêyê me yê leheng, em sersaxiyê ji gelê Cizîrê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku têkoşîna me ya azadiyê ku ji Binevş Agalan heta Mehmet Tûnç û Gelhatan hat, em ê teqez bi ser bixînin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.