Piştî ku dewleta Tirk derbên giran ji gerîlayên azadiya Kurdistanê xwar, di rojên dawî yên sala 2023’yan de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek êriş li dijî navendên xizmetguzarî û cihên sivîlan pêkanî. Di derbarê armanca van êrişên dewleta Tirk de hunermendên Çemçemal ji Rojnewsê re axivîn.
Hunermend Feysel Adil da zanîn ku Herêma Kurdistan berdewam dibin êriş û topbaranan de ye û got:“Berê rejima Baas niha jî welatên herêmî bombebaran dikin. Vê rewşê tirs xistiye nava xelkê. Rewş wisa lê hatiye ku kes xwe di ewlehiyê de hîs neke û bikare bi asayî jiyana xwe berdewam bike.”
Feysel Adil diyar kir ku tişta mirov dixe nava fikaran ew e ku desthilata Herêmê li beramberî van êrişan bêdenge û got:“Pêwîste her Kurdek li dijî van êrişan xwedî helwest be û li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî û konsolosxaneyên van welatan xwepêşandanan lidar xin. Divê hunermend jî bi karên xwe yên hunerî li beramberî komkujiyên li ser Kurdan tên kirin rabin. Divê berpirsên Herêmê û Iraqê jî li dijî êrişan helwestek cidî nîşandin. Iraq dewleta û serweriya wê heye, nabe welatên herêmî bi keyfa xwe werin serweriya wê binpê bikin.”
Dijminê her Kurdekî ye
Li ser heman mijarê Hunermend Idrîs Şewket jî axivî û got: “Tevî ku pirsgirêk û qeyran li Çemçemalê hene, çend salin bi berdewam derdora wê tê bombebarankirin. Tişta li cem me bûye cihê pirsê ewe ku çima pêşî li van êrişan nayê girtin? Da ku êdî welatiyên sivîl nebin qurbanî û bikarin li ser gundên xwe karê xwe yê çandinî û lawirvaniyê bikin.” Idrîs Şewket da zanîn ku desthilata Herêma Kurdistanê nikare li dijî êrişan rabe û got: “Pêwîste hikûmeta Iraqê bersiva êrişan bide yan jî doz veke û bibe dadgeha navdewletî. Tişta Tirkiye dike karek nemirovî û ne exlaqî ye. Ev bê aqiliya Tirkeke ku dixwaze êrişî tevayî cîhanê bike. Kurdek li kuderê be bombebaran dike. Em dibînin ku rojane li Rojavayê Kurdistanê çi karesatek rû dide.”
ROJNEWS/BARAN GERMIYAN