Dewleta Tirk bêhtirî 50 penaberên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê dersînor kirin. Lê ew neşandin welatê wan Başûrê Kurdistanê, ew şandin Ezaza wê bi xwe dagirkirî. 
Hin endamên komê telefonî xizmên xwe û saziyên medyayê kirin û dan zanîn ku şebekeyên qaçaxçîtiya mirovan ji wan re gotine, ‘bibêjin em ji Sûrî ne, dewleta Tirk wê we dersînor neke.’ Lê dewleta Tirk tevî ku bi wan re ti belgeyên welatîbûna Sûrî nebûn jî ew dersînorî Sûrî kirin.

Helmet Ebdurehman ê 26 salî yê ji Ranyayê yek ji wan e. Wî Başûr 30’ê Hezîranê bi cih hiştiye, tevî birayekî xwe. Herduyan jî xwestiye xwe bigihînin Ingilîstanê. Sedema wê jî krîza aborî bûye. Yanî li Başûr ji bo ciwanan bi ya wî êdî cihê debarê nemaye.
Penaberên dersînorkirî dibşjin, ew hemû ciwan in. Bi temamî 54 kes in û temeê wan di navbera 16 û 30’î de ye. Ji bilî wan malbatek û çend Kurdên Rojhilat jî hebûne – yanî hejmara wan li Stenbolê 70 bûye – lê li ser sînorê Sûrî ew ji hev hatine cihêkirin. 
Penaberên ji Başûr dibêjin, ew 3 rojan li Stenbolê di nezaretê de hatine ragirtin ûû paşê ew veguhezandine hepsa Entabê û 10 rojan li wir ragirtine.

Penaber dibêjin, wan serê pêşî gotiye, ew ji Sûrî ne, lê gava ew şandine hepsa Entabê, wan çendî gotibe ew Kurdên ji Başûr in jî, rayedarên Tirk guh nedaye wan û ew dersînorî Sûriyê kirine.
 Penaber didin zanîn ku ew li taxeke Ezazê asê mane û nikarin tevbigerin. Yek ji wan ji saziyeke ragihandinê ya Başûr re dibêje “Ji bo me hemûyan tehlûke heye. Em ne serbest in. Vê êvarê [pêr êvarê] dengê sîlehan gelekî dihat.”


Ciwan li Başûr namînin

Pirraniya wan ji Başûr, di nava sala 2021’ê de heta Hezîranê 26 hezar û 972 welatiyên Iraqî doza penaberiyê li Iraqê kirine. Di heman demê de 5 penaber di rê de mirine û her pênc jî ji Başûrê Kurdistanê ne. Di nava van hejmaran de kesên qanûnî çûbin û venegeriyabin û kesên di bin 18 salî re jî nînin. Yanî hejmara kesên ji Başûr direvin dibe ku ji vê jî bêhtir be.

20’ê Hezîrana bihurî 140 penaberên ji Başûrê kurdistanê û ji Iraqê nameyek ji Komîseriya Bilind a penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) re nivîsandibû x di wir de ji bilî sedemên aborî behsa ‘Bêîstîqrariya ewlekarî, siyasî û dînî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê’ kiribûn.