Dewleta Tirk 2 şervan şehîd kirin
Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 21:33
- QSD`ê ragihand ku pêr li Kobanê di êrişa balefira bêmirov a bi çek a artêşa Tirk de 2 şervanên wan şehîd bûne.
QSD`ê ragihand ku pêr li Kobanê di êrişa balefira bêmirov a bi çek a artêşa Tirk de 2 şervanên wan şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa pêr a li Kobanê got, “Di 20’ê Tîrmehê de, êvarê, saet li derdora 21:00`an, li Kobanê dema 2 hevalên me diçûn serdana malbatekê, artêşa Tirk a dagirker bi balefireke bêmirov a bi çek li wesayîta hevalên me da.
Di encama vê êrişê de hevalên me Kendal Rojava û Berxwedan Kobanê şehîd bûn. ”
Doh jî li başûrê Amûdê li gundê Qîra êrişeke hewayî li dijî wesaîtekê pêk hat. Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Qîra yê ser bi navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê, êrişî erebeyekê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN