Balafirên dewleta Tirk a dagirker careke din wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de li Dihokê 2 Mûsilî qetil kirin.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên dewleta Tirk wesayîteke sivîlan li gundê Bankê yê ser bi Batufa ya ser bi Dihokê, bombebaran kir.
Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ehmed Şakir (40) û Yûsif Umer (26) jiyana xwe ji dest dan. Herdu jî xelkê Musilê bûn.
Li gorî agahiyan Yûsif û Ehmed beriya 2 rojan bi malbata xwe re ji bo geştê çûbûn Batûfayê.
DIHOK