Dewlet ji wêneyan aciz bû pêşangeh rakir!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Çile 2023 - 02:53

Li Koreya Başûr, li paytexta welêt Seulê li Avahiya Meclîsa Neteweyî pêşangeheke bi 80 tabloyan hatibû vekirin. Navê pêşangehê “Goodbye in Seoul” (Xatirxwestina li Seulê) bû. Lê ji ber ku hin tabloyên di pêşangehê de hikûmet û dewleta Koreyê rexne dikirin, rayedarên dewletê pêşangeh bi temamî rakirin. Nexasim jî tobloyên ku serokkomarê nû yê Koreya Başûr, Yoon Suk-yeol rexne dikirin, sekreteryaya serokkomariyê pirr aciz kirin û wan jî destûr neda ku pêşangeh bidome.

Di serî de biryar hatibû dayîn ku pêşangeha “Goodbye in Seoul” hefteyekê vekirî bimîne lê ji ber ku hin tabloyên di pêşangehê de siyasetvan rexne dikirin, rayedarên dewletê destûr neda ku pêşangeh bidome û tablo jî ji avahiyê rakirin. 

Di wêneyekî de serokkomarê dewletê weke “Colossus” ku tabloyeke navdar a şêwekarê Spanî Goya ye, hatibû resmkirin. Di destan de şûr û şilftazî li ser bajar digere. Tabloyeke din a ku siyasetvan aciz kirine jî karakterekî filmê “Decision to Leave” ye, şêwakar di vî resmî de jî siyasetvanê bi navê Lee Myung-bak rexne dike. Ji lewre gelek dek û dolabên wî jî derketibûn holê. 

Axir sansûra bi destê desthilatan, bi sedemên cihê û bi reng û kirasên cihê li hemberî huner û çapemeniyê kelembûna xwe her nîşan dide.

SEUL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.