• Parlamenter Sînan Çîftyurek got, sedema bingehîn a tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ew e ku dewlet ji fikrên Ocalan ditirse û wiha peyivî: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive.

Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî" di 10'ê Cotmeha par de li 74 navendan li cîhanê li dijî sîstema tecrîda ya Îmraliyê ya ku bûye pirsgirêkeke cîhanî, dest pê kiribû û hîna dewam dike. Her wiha di çarçoveya kampanyayê de çalakiya greva birçîbûnê ya bidor a ji aliyê bi hezaran girtiyan ve di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin jî didome û 50 rojên xwe îro temam dike. Malbatên girtiyan jî li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene û Stenbolê bi çalakiya "Nobeta Edaletê" beşdarî kampanyayê bûn. Her wiha rewşenbîr, nivîskar, derhêner, lîstikvan, hunermend û muzîkjen bi sedan nivîskarî di 7'ê Çile de li Stenbol û Amedê bi navê "Em ji bo aştiyê bibin dengek" deklarasyonek belav kirin û daxwazên xwe yên ji bo rakirina tecrîdê anîn ziman.  

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê yê Wanê, Sînan Çîftyûrek, tecrîda li Îmraliyê û kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa Mezopotamya re nirxand.

Kurd statûyê dixwazin 

Sînan Çîftyûrek diyar kir ku di sedsala 21'ê de Kurd û Kurdistan tên înkarkirin û niha kurd statuyê dixwazin. Çîftyûrek anî ziman ku dewlet û desthilatdariya heyî li hemberî Kurdan xwe li bêdengiyê datînin û got, “Meseleya Kurd heta îro bi polîtîkaya înkarkirinê tê meşandin. Hemû gelên cîhanê dizanin ku ev pirsgirêk ne ‘terorîzm’ e, meseleya azadiyê ye."

Çîftyûrek gotinên Tayyîp Erdogan ên "Meseleya Kurd meseleya min e" bi bîr xist û got: "Ev mesele bi înkarkirinê çareser nabe. Divê bi awayekî eşkere û zelal çareser bibe. Ji bo çareseriya meseleyê, divê dewlet beriya her tiştî bi Rêber Abdullah Ocalan û aktorên din re biaxive û pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike." 

Çîftyûrek xwest hevdîtina Abdullah Ocalan bi malbatê û parêzeran re bê kirin û got, “Îro bi milyonan kes bi fikrên Ocalan baweriyê tînin. Ev bi milyonan mirov, rewşa serokê xwe meraq dikin. Lê îro dewlet ji Ocalan ditirse. Ji ber vê yekê jî hewl dide danûstandinê qut bike. Tirseke din a dewletê jî ew e ku naxwaze pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe." 

Çîftyûrek bi bîr xist ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li cîhanê hemûyî çalakî tên lidarxistin û got, divê ev daxwazên ji çar aliyê cîhanê esas bên girtin. Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive.

Divê hikûmet guh bide çalakgeran

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz jî ji ajansa Mezopotamya re axivî û diyar kir ku derbarê lêgerînên tazî, astengkirina peywendîdanînê, lêgerîna li qawîşan, êşkence û muameleya xerab de gelek girtiyan serî li wan daye û got, li girtîgehan jî polîtîkaya tecrîdê bi awayekî berfireh tê meşandin. 

Ercan Yilmaz anî ziman ku mîmariya girtîgehên nû tên avakirin bi taybetî ji bo kûrkirina tecrîdê ye. Yilmaz diyar kir ku li Îmraliyê tecrîdeke ji ya li girtîgehên din cudatir heye û got, "Tecrîdeke ku di termînolojiya mafên mirovan a navneteweyî de wekî 'ranegihandina mutleq' tê binavkirin." 

Yilmaz îşaret bi wê yekê kir ku ev nêzî 3 salan e ku tu hêleke tecrîdê ya ku bi hiqûqê bê ravekirin, nemaye û got, ev kêmasiya ragihandinê gihîştiye rewşeke wiha ku Tirkiye û civaka Kurd bi giranî bêzar dike û mînaka herî dawî jî, grevên birçîbûnê yên bidor in ku girtiyan di 27'ê Mijdarê de ew daye destpêkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Yilmaz diyar kir ku ji bo dawî li aloziyê were, divê hikûmet grevên birçîbûnê li ber çavan bigire û daxwazên girtiyan pêk bîne. Yilmaz her wiha bal bire ser Nobetên Edaletê û got: “Di vir de ya girîng ew e ku raya giştî ya Tirkiyeyê piştgiriyê bide van daxwazan. Ji ber ku polîtîkayên tên meşandin, bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dikin. Pêwîst e Nobeta Edaletê ya ji aliyê dayikan ve tê kirin esas bê girtin."

NAVENDA NÛÇEYAN