Dewlet fihûşê pêş dixe

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:58

Li Wanê piştî narkotîkê fihûş jî bi zanebûn tê pêşxistin. Herî dawî di sala 2021'ê de ji ber nerazîbûna xelkê herêmê li 2 salonên masajê operasyon hate kirin û bi sûcdariya 'Fûhûşê teşwîq dikin, navbeynkariyê dikin, cih peyda dikin' 6 kes hatin binçavkirin ku yek jê polîs, yek jî çawişekî pispor bûn. Çawişê pispor û polîsên hatin binçavkirin hatin berdan û li bajarên cuda hatin wezîfedarkirin û darizandina wan hate betalkirin. 4 kes jî hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Li Wanê fûhûş li ser înternetê, bi rêya çawişên pispor, bi jinên koçber û malên rojane têne kirin tê meşandin. Ev malên ku weke 1+1 tê zanîn û rojên dawî zêde bûne, ji bo fihûşê têne bikaranîn. Çawişên pispor destpêkê jin ên ciwan hînî narkotîkê dikin, piştre jî zextê li wan dikin ku fûhûşê bikin. Jinên ku ji malê reviyan e, rewşa wan a madî nebaş e hînî narkotîkê dikin, piştre jî dixin nava çirava fûhûşê. Piştî ku şaredariyên Wan û navçeyên wê di sala 2016'an de ji aliyê qeyûm hatin desteserkirin, salonên masajê gelekî zêde bûn. Salonên masajê ku ji aliyê rêveberiya qeyûm ve bi hêsanî destûrname werdigirtin, di bin kontrol û rêxistinkirina çawişên pispor û polîsan de bi hêsanî dixebitin. Balkêş e ku salonên masajê nayên kontrolkirin. Yên ku sektora fihûşê bi rêxistin dikin, dema dawî bi giranî jin ên koçber dixin nava çirava fûhûşê.

Bingeha fihûşê amade dikin

Aktîvîsta Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) ku bi KHK hate girtin Zozan Ozgokçe anî ziman ku li Wanê xwegihandina bazara narkotîk û fihûşê gelekî hesan e û got:"Li gelek deverên Wanê mal hene, malên rojane têne kirêkirin hene, mirovên ku şexsî fihûşê dikin hene. Her wiha sektora alkol û narkotîkê heye ku piştgiriya vê dike. Li ser medya dîjîtal ev yek bi rengekî eşkere tê kirin. Piştî erdheja Wanê fihûş gelekî zêde bû. Wan bajarekî xizan e, xizanî bandorê li her kesî dike. Li ser bedena jinê bazareke fihûşê hatiye avakirin. Sîstema heyî weke qadeke ku bi hêsanî pere lê tê qezençkirin teşwîq dike. Sîstem rê dide vê yekê. Kesek ku qet Wanê nas nake tê, di nava nîv saetê de dikare xwe bigihîne narkotîk û fûhûşê. Li hemberî vê çi dikare bê kirin? Divê aborî bê xurtkirin, guherîn veguherîn pêk were. Hewldana şexsî ya her kesî gelekî girîng e."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.