Dewlet divê gavên hiqûqî biavêje

Duşem 3 Adar 2025 - 03:35

Rêber Apo banga ku ev bi mehan in bi mereq tê çaverêkirin kir. Ji  bo daxuyaniya ku di asta cîhanê de deng veda, li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bi piştevaniyekî mezin hat kirin. Têkildarî mijarê Rojnamevan-Nivîskar Sefkan Kobanê pirsên ANF’ê bersivand. Sefkan Kobanê got ku civak wekî organîzmayên zindî her tim xwe diguherînin û destnîşan kir ku bi vê guhertina çawanî re Rêber Apo rola PKK’ê temam kiriye. Kobanê diyar kir ku ev pêvajo tê wateya ji nû ve avabûna PKK’ê û guhertin û veguhertina civakê.

Têkoşîna Kurdan krîmînalîze dikin

Kobanê diyar kir ku PKK di qada navneteweyî de di lîsteya terorê de ye û bi vê bangê û bi gavên ku pê re bên avêtin re, wê li ber rewakirina têkoşîna gelê Kurd di pîvana navneteweyî de veke. Kobanê destnîşan kir ku nêvenga siyaseta demokratîk ji nêvenga şer tevlîhevtir e û anî ser ziman ku di pêvajoya pêşiya me de xebat û rêxistinbûnên polîtîk û çalakî wê werin rojevê. Kobanê destnîşan kir ku bi vê projeya Rêber Apo re Kurd dikarin wekî welatiyên azad, bi tifaqa du gelên stratejîk bi awayekî azad bijîn û bilêv kir ku bi vê geşedanê re Tirkiye dikare demokratîk bibe û diyar kir ku Rêber Apo projeyekî demokratîk pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye.

Divê şert û mercên azadiyê pêk bên

Kobanê got ku divê bi van hemû xebatan re divê şert û merc bêne afirandin ku Rêber Apo bi azad bijî û bixebite û got:“Ji ber ku Rêber Apo damezrênerê PKK’ê ye ji bo feshkirina PKK’ê yan jî biryarên ku bêne girtin, tevlî kongreya PKK’ê bibe û bang li milîtan û şervanên xwe bike.” Kobanê diyar kir ku divê hemû beşên di nava PKK'ê û derdora wê beşdarî pêvajoya aştiyê ya demokratîk û bi rûmet bibin û divê nêrînên van beşan li ber çavan bên girtin. Kobanê da zanîn ku divê Rêber Apo bikeve nava siyasetê û got:"Ev bang manîfestoyek e. Divê Rêber Apo bibe yek ji hêmanên bingehîn ên siyaseta Tirkiyeyê. Bêyî qanûnan çêbikin nabe ku li benda banga Rêber Apo yan jî daxuyaniyê bimînin.”

Divê dewlet şer rawestîne

Kobanê destnîşan kir ku divê teqez tecrîd bê rakirin û ji bo mîsogerkirina hevdîtinan divê gavên qanûnî bên avêtin. Kobanê bi bîr xist ku ji bo kongre bicive, divê agirbest bê ragihandin û got:"Divê şerê li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bê rawestandin û piştre jî komîsyon der barê gavên ku bên avêtin de lêkolînên qanûnî bikin. Divê ev komîsyon karibin biçin cem Rêber Apo û hevdîtinan pêk bînin. Pêvajoya Efrîkaya Başûr a Mandela wiha bû.” Kobanê bi bîr xist ku Rêber Apo di nava şert û mercên şer û kaosê de behsa aştiyê kir û got:"Rêbertî ev e. Rêber Apo di serdemeke ku ti kes ne li bendê bû, behsa şer, krîz û kaosê dikirin de behsa aştî û çekan berdanê kir. Ji bo Tirkiyeyê, gelê Kurdistanê, ji bo her kesî û hemû gelan ev yek gelekî girîng e.”

Ew ê gerîla xwe biparêze

Kobanê anî ziman ku ti tişt bi dawî nebûye û got:"Yê li ser maseyê Rêber Apo ye. Ev ne şerê çekdarî ye. Heke êrîşek çêbibe wê bersivê bidin. Hêj çek nehatine bêdengkirin. Niha di asta parastina rewa de ne. Heke li Zapê yan jî li Metînayê êrîş bikin wê çi bikin? Wê nebêje were min bikuje. Wê xwe biparêze. Ji Bendava Tişrînê bigirin heta Qereqozaxê li her derê êrîş didomin. Divê ev êrîş bên rawestandin. Divê sepanên qeyûman bi dawî bibe.” Sefkan Kobanê di dawiyê de bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku bi hemû hêza xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.

ANF/BARIŞ BOYRAZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.