- Qurana Mela Kasim desteser kirin, ji bo destnimêjê avê nadinê û jê re dibêjin Mela nasnavê te ye. Dewleta Tirk a dagirker, gava Misilman Kurd bin, dijminê Quran û nimêja wan e jî.
Kurê Mela Kasim Yîgît ê girtî, Nûrettîn Yîgît got, rêveberiya Hepsa Şirnexê miameleya li dijî hiqûqê bi bavê wî re dike: "Qurana ku me jê re şandî jî radestî wî nekirine û desteser kirine."
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû di dema hevdîtinên budceyê de di 10'ê Kanûnê de têkildarî kuştina Tahîr Guven ê birayê Serokê AKP'ê yê Şirnexê yê berê Cîhan Guven, HDP kiribû hedef. Piştî wê, polêsên Tirk bi ser malan de girtibû û 33 kes kiribûn nezaretê. Ji van 33 kesan 20 kes hatibûn girtin û yek ji wan jî Mela Kasim Yîgît ê 47 salî ye. Mela Kasim ê li Hepsa Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, hefteyekê di hucreyê de hatibû hiştin û pergala germkirinê ya hucreyê jî jê re nehatibû vekirin. Malbata Mela Kasim da zanîn ku dewleta Tirk Qurana ku wan jê re şandiye jî desteser kiriye. Di hevdîtina dawî ya Mela Kasim û malbatê de Mela kasim got, "ji bo destnîmêje jî avê nadin"
Mela kirin nasnav
Kurê Mela Kasim, Nûrettîn Yîgît li ser mijarê got, girtina bavê wî li dijî hiqûqê ye, şandeya dadgehê melatiya bavê wî înkar kiriye: "Li ku êşek, xweşiyek heba, bavê min li wir bû. Armanca wî tenê xizmet bû. Bavê min li her derê bû. Bê ferq û cudahî tevlî her cenazeyê dibû. Çimkî mela bû û gel jî wisa qebûl kiriye. Li ku şer û pêvçûnek hebûya bavê min li wir dibû hêza aştiyê. Ji bo ku di nava civakê de pirsgêrîkên heyî mezin nebin, tişta ku ji destê wî dihat dikir. Piştî ku ew kirin nezaretê, jê pirsîne, 'Çima civak ji te hez dike? Tu li ser hêstên gel dixebitî?'. Ez 24 salî me, qasî ku tê bîra min bavê min melatî kiriye. Bavê min her tim ji bo civaka xwe xizmet kiriye. Ji Cizîrê heta Colemêrgê, herkes dizane ku bavê min mela ye. Lê dadgehê ji wî re gotiye, 'Tu ne mela yî. Mela nasnavê te ye'. Ji bo girtina wî hincetên bi vî rengî çêdikin."
Dagirkerên Kurdistanê li ber Xwedê jî rabûn
Nûrettîn Yîgît wekî din kirineke ecêb jî da zanîn. Qurana ku wî ji bavê xwe re şandiye, hêzên dewleta Tirk a dagirker ew desteser kirine: "Bavê min ji xwe nexweş e. 2 caran anjiyo bûye. Ev 2 heftî ne, dermanê wî nadinê. Me Qurana wî jî şand lê nedane wî û desteser kirine. Gotine bila ji vir bistîne. Ev çend car in ji wan dixwaze jî nadinê. Min jê re şelwar birin, ew jî qebûl nekirin. Gotin, 'Şelwar tiştekî çawa ye, em qebûl nakin' Heger şelwar nebe bavê min nikare nimêjê bike. Bavê min nêzî 2 heftiyan di hûcreyê de hiştin. Me ev tişt qebûl nekir û giliyê hepsê kir. Piştî ku 20 roj derbas bûn, nû bavê min birin qawîşê. Bavê min ji roja hatiye girtin ve heman kincan li xwe dike. Ew kincên ku me jê re şandine, nadinê. Heta ku doh [pêr] jî telefonî me kir û got, 'Hê ew kincên roja ewil li ber min in'. Tu wijdan û hiqûq vî tiştî qebûl nake. Ev 24 roj in bavê min di hepsê de ye. Wê roja ku em pê re axivîn jî got, ji bo destnimêjê avê nadinê. 18 kes di heman qawîşê de dimînin, lê avê nadinê. Heta ku ji bo ava vexwarinê jî dibêjin, ava destşokê vexwin. Mirov mela be û av nebe ku mirov destnimêjê bigire. Kî dê vê yekê qebûl bike? Li ser dîn siyaseta xwe dikin, lê niha di hepsê de avê nadin melayekî da ku destnimêja xwe bigire."
Ji ber zexta siyasî girtî ne
Parêzerê Mela Kasim, Sertaç Ozkan jî da zanîn ku ji bo girtina muwekilê wî ti delîla berbiçav tine ye: "Li dozgeriyê û li Dadgeha Cezayê Sulhê me bi taybetî ev tişt anî ziman. Lêpirsîna dawî siyasî ye. Di dosyeya heyî de nêzî 20 girtî hene. Di dosyayê de ji bilî şahidê nepenî, tiştek nîne. Bi gelemperî Dadgeha Bilind ji me re dibêje, îfadeyên şahidên nepenî tenê wekî bingeh nayên girtin. Divê bi delîlan were piştrastkirin. Lê xebateke dozger ya bi vî rengî tine ye. Heger li ser dosyaya heyî zextên siyasî tinebûna, ne mimkûn bû ku ev kes bihatana girtin."
Ozkan got, li dijî Mela Kasim helwêsteke taybet heye: "Ji ber ku Mela Kasim lêgerîna tazî qebûl nekiriye, rastî zextên fizîkî hatiye. Bi zanebûn encamên testa Seyda hinekî dereng hiştin. Lê di nava 2-3 rojan de ew pirsgirêk jî çareser bû û derbasî qawîşê kirin. Lê pirsgirêka giştî ya hepsê didome. Li hepsê pirsgirêka germkirinê heye. Pirsgirêka av û xwarinê heye. Mela Kasim jî nexweş e. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene û bi zehmetî xwe digihîne dermanên xwe. Dema ku mantiqa bingehîn ne hiqûq be, tiştên wisa jî çêdibin.
Mijara hiqûqê kirinên sûc in. Niha li vir pêvajo berovajî ye. Li dijî mantiqê hiqûqê ye, sûc dikin. Heger dewletek li dijî qanûnên xwe tevbigere, em ê bi rewşên wiha re rû bi rû bimînin. Ev ne wijdanî ye, ne qanûnî ye û ne jî mentiqê wê yê hiqûqî heye ku oldarek ji ber ku karê xwe yê sereke dike, bê girtin."
ŞIRNEX