Dêwên Dambo yên xwezayê diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:03

  • Thomas Dambo peykersazekî Danmarkî ye. Lê peykerên wî ne li pêşangehan tên nîşandan, ew daristanê weke studyoyekê bi kar tîne. 

Thomas Dambo peykersazekî Danmarkî ye. Lê peykerên wî ne li pêşangehan tên nîşandan, ew daristanê weke studyoyekê bi kar tîne.

Malzemeyên wî jî, malzemeyên xwezayî yên hatine avêtin in. Ew ji dar û keviran peykerên mezin çêdike. Ev peykerên wî weke dêwan tên xuyanê, lê mirov ji van dêwan natirse. Dambo wan bi awayekî sempatîk çêdike û ev dêwên wî yên li daristanan ji xwe re dilîzin.

Kesên ku diçin serdana van dêwên Dambo ji dêvla ji wan bitirisin, bêhtir ji wan hez dikin. Piştî li daristanan dar tên birrînê, gelek darên mayî li daristanê bê xwedî dimînin û nayên bikaranîn. Dambo van daran dike malzemeyê hunerê xwe. Dambo ji bo van tiştên avêtî re dibêje, “Ez tiştên avêtî (çopên wan) yên xelkê ji nûve bi kar tînim.” 

Dêwên Dambo, xwezayê jî diparêzin. Dambo bi zanebûn wan wisa nîşan dide û hêvî dike kesên li xwezayê digerin jî xwezayê biparêzin û nehêlin xweza zirarê bibîne. Ew bi van dêwên mezin dixwaze empa- tiyekê ava bike bi mirovan re.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.