Dewamiya Komploya 15’ê Sibatê ye
În 13 Sibat 2026 - 03:30

Çalakvana siyasî Şino Hîranî da zanîn ku Komploya 15’yê Sibatê beşek ji komploya heyî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê ye û got; “Cîhan ji ber hewldanên Rêber Abdullah Ocalan ji şoreşa jinên Kurd îlham digire.”
Çalakvana siyasî Şino Hîranî têkildarî Komploya Navnetewî ya 15’yê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dubarebûna komployek bi heman awayî li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.
Şîno Hîranî bal kişand ser komploya Navnetewî ya 15’yê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çarçoveya siyaseta navneteweyî de û got: “Komploya li dijî Rojava berdewamiya Komploya 15’yê Sibatê ye ku pergala kapîtalîst li dijî şoreşa gelên herêmê dixe meriyetê. Ev yek li Rojavayê Kurdistanê jî tê dîtin."
Şino Hîranî da zanîn ku tu metneke qanûnî ya nivîskî tune ye ku destûrê bide komployek wisa li dijî Rêber Apo û got; “Azadiya Birêz Ocalan dê pêvajoya aştiyê çalak bike û bibe ber bi peravek aramtir. Azadiya Ocalan yek ji stûnên serkeftina pêvajoyê ye.”
Derbarê helwesta civaka navneteweyî ya li beramberî Komploya 15’yê Sibatê, Şino Hîranî tekez kir ku civaka navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û NATO beşdarî vê komploya navnetewî bûne, welatên Asyayî jî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng man.
Şino Hîranî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Tişta ku piştî Şoreşa Rojava qewimî, jinan îspat kir ku ji bo netewe û ferd çiqas girîng e ku azad bin. Bi awayekî, destdayîna jinan destdayîna pîrozî û nirxên civakê ye. Çalakvanên jin divê li ser vê yekdengî û yekitiyê bixebitin.”
ROJNEWS / PERÊZ REMEZAN











