Dewama komployê ye

În 7 Çile 2022 - 22:30

  • PAJK: Rayedarên Tirkiyeyê li xwe mukir hatin ku bi plangeriyekê ev qetlîam kirine. Bêdengiya dewlata Fransayê eşkere dike ku ev komkujî jî wekî dewama komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo, bi hevkariyeke pirralî pêk hatiye.

Fermandariya HPJ'ê û Koordînasyona PAJK´ê bi rasthatina komkujiya Parîsê her yekî daxuyaniyek da û got, Ti komkujî û êriş nikarin pêşî li meşa me ya azadiyê bigirin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi rasthatina salvegera Komkujiya Parîsê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em, jina têkoşer, damezrînera partiya me PKK’ê, pêşenga berxwedana destanî hevrê Sakîne Cansiz û milîtanên tevgera jinê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’emîn salvegera şahadeta wan de bi hesret û rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê ji hemû hêzên di vê komkujiyê de xwedî rol in hesabekî dîrokî bipirsin û di şexsê hersê jinên şoreşger de tola hemû jinan hilînin. Em ê di sala 2022’an de têkoşînê bi biryardariya Sara bimeşînin û faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.”

Weke komployê 
bi hevkariya navneteweyî

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Di ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn û rayedarên Tirkiyeyê li xwe mukir hatin ku bi plangeriyekê ev qetlîam kirine. Tevî vê îtîrafê, bêdengiya dewlata Fransayê eşkere dike ku ev komkujî jî wekî dewama komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo, bi hevkariyeke pirralî pêk hatiye. Heger ne wiha ye, tevî ku rayedarên Tirk qetilkirina hersê jinên Kurd qebûl kirin, ev bêdengî ji bo çi ye? Heta dewleta Fransa û dad wê li hemberî komkujiya li dijî her sê jinên şoreşger pêk hatiye, helwêstê nîşan nede, ne pêkan e xwe ji şirîkatiya komkujiya bi destê dewleta Tirk rizgar bike. 

Hesab bipirsin û berxwedanê xurt bikin

Em careke din dibêjin, ti komkujî û êriş nikarin pêşî li meşa me ya azadiyê bigirin. Tirsa dewleta Tirk û hêzên komploger a ji hêza jinan ne belesebeb e. Hêza jina azad wê teqez dawî li faşîzmê û desthilatdariya mêr-dewletê bîne. Bila dost, dijmin û tevahî gelê Kurd zanibin, weke jinên Kurd heta yek ji me jî hebe, em ê bêwestan û bêdudilî têkoşîna li dijî faşîzmê bimeşînin û bi hesappirsîneke dîrokî komplogeran têk bibin û jiyana azad misoger bikin.
Em careke din pêşenga nemir hevrê Sakîne, Rojbîn, Ronahî û di kesayeta wan de, sê têkoşerên tevgera jinê Sêvê,

Pakîze û Fatma ku bi heman şêweyî ji aliyê  dewleta Tirk ya faşîst ve 4’ê Çileya 2016’an li Silopiyayê hatin qetilkirin û hemû şehîdên meha Çileyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bi rasthatina salvegera 9’an a komkujiya li Parîsê, bang li tevahî jinan û dostên gelê Kurd dikin, li dijî dewleta Tirk a ku sûcên dermirovî dike û bêdengiya dewleta Fransa ya li hemberî vê komkujiyê dakevin kolanan, hesab bipirsin, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.”

Li Rojhilat li ser xeta Sara

Fermandariya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) ji ber salvegera 9’an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da. Fermandariyê got, “Em qetlîama Parîsê wekî dewama komploya navneteweyî bi nav dikin û lanet dikin, 9’ê Çile 2013'an li beramberî sê jin, sê şoreşger, sê pêşeng, sê siyasetavn, sê rêwiyên heqîqetê  ‘Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Doğan), Ronahî (Leyla Şaylemez)’ pêk hat.”

HPJ´ê got, ew xwedî li têkoşîna şehîdan derdikevin û wiha dewam kir: “Em jî wek gerîlayên HPJ´ê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li beramberî pergala zilamsalar a dagirkeriya Îranê, di xeta Sarayan de têkoşînê bikin. Da ku karibin jinên Fars, Azerî, Belûc, Tirk û Ereb li derdorê fikr û felsefeya Rêber Apo kom bikin û di xeta Sarayan de bi rêxistin bikin. Ji ber ku pêwîstiya jinên vê erdnîgariyê û tevahiya cihanê bi naskirina nasnameya xwe, bûna îrade û birêxistinbûnê heye.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo ku xwe bigihînin hevdu, xwedî li dîroka dayik-xwedawend derkevin û bi fikir û hestên azad li her warê jiyanê cih bigirin û xwe pênase bikin, pêwîst e tevlî refên azadiyê bibin û meşaleya têkoşîna jinên wek Sara, Şîrîn, Kawenda û Zîlan Pepûleyan bi tevlîbûna xwe ve bilind bikin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.