Dev ji rêya heqîqetê bernadin
Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 21:39
- “Rojnameya Ozgur Ulkeyê beriya bi 25 salan hat bombekirin û rojekê piştre bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ derket. Xuya ye ku di çavê dewletê de tiştek neguheriye.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo balê bibin ser girtina 16 rojnamevanên Kurd ên li Amedê hatine girtin, xwest li Meydana Ulus a Enqereyê daxuyayaniyê bide. Lê belê polêsan êrişî rojnamevanan kir û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) yê Buroya Enqereyê Denîz Nazlim û rojnamevan Sîbel Yukler û rojnamevan Yildiz Tar kirin nezaretê.
Li ser vê yekê rojnamevan ji bo hevalên xwe yên polêsên delweta Tirk ew kirine nezaretê, ji bo rûreşkirina êrişa polêsan, çûn Nûnertiya Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan, Çapxaneyê (Basin-Îş) ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û li wir daxuyanî dan.
Nûnerê Herêmê yê DÎSK Basin-Îşê Turgut Dede got: “Rojnameya Ozgur Ulkeyê beriya bi 25 salan hat bombekirin û rojekê piştre bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ derket. Xuya ye ku di çavê dewletê de tiştek neguheriye. Me mafê xwe yê destûrî bi kar anî û tevî vê jî ji bo ewlehiyê ji walîtiyê re pêşnivîsek şand. Lê bersiva me nedan û dema em hatin meydanê jî me dît ku rojnamevan ji meydanê tên dûrxistin. Li hevalên me dan û ew kirin nezaretê. Rojnamevanî ne sûc e.”
Ew ê karê xwe bidomînin
Piştre jî li ser navê DFG’ê, Ozgur Paksoy got, “Êrişî hevalên me kirin, li wan xistin û bi êşkenceyê kirin nezaretê. Hevalên me Denîz Nazlim û Sîbel Yukler bi lêdanê kirin enzaretê.”
Rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol jî got, rêûresma çapemeniya azad di nava 33 salan de gelek berdêlên giran da û got, “Tevî wê yekê jî me xwe gihand van rojan. Em ê ji vir û şûnde jî xwe ji vê rêyê nekin. Weke ku di kongreya HDP’ê de jî hatiye gotin; em dixwazin Enqereya ku mejiyê DAIŞ’ê lê desthilatdar e jî demokratîk bikin. Heke em bikarin xwe ji vê desthilatdariyê xelas bikin, polêsên ku îro êrişî me kirin dê hesab bidin.”
Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî bang kir da ku rojnamevan bên berdan.
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî got, girtin û kirina nezaretê ya kedkarên çapemeniya azad nayê qebûlkirin. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got, “Dixwazin beriya hilbijartinê, mafê agahîgirtinê yê gel binpê bikin. Em 16 rojnamevanan nas dikin. Van hevalên me polîtîkaya zextê ya dewletê teşhîr kir.”
MA/ENQERE