Dev ji berxwedana xwe naqerin
În 23 Nîsan 2021 - 05:10
Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar 46 roj in li ber avahiya edliyê ya Rihayê didome.
Malbata Şenyaşar doh sibehê hê zû li hundirê avahiya edliyê rûnişt û çalakiya nobetê da destpêkirin. Malbatê li ser hesabê medyaya civakî daxuyanî da, ji bo redkirina îtîraza diduyan a ji bo rakirina biryara 'veşartinê' ya li ser lêpirsîna têkilî êrişa duyan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê nehate qebûlkirin, helwêst nîşan da.
Malbata Şenyaşar dîmenên lorîkên Emîne Şenyaşar a piştî biryarê li ser hesabê xwe yê civakî wiha nivîsî: ''Beriya bi sê salan li Nexweşxaneya Pirsûsê sê mirovên me hatin qetilkirin. Me xwest ku li ser dosyayê biryara veşartinê were rakirin. Hiqûqa xurtan hate danîn û daxwaza me nehate qebûlkirin. Niha dora Dadgeha Destûra Bingehîn e. Heta ku DAD bi cih were em ê li ber xwe bidin. Em ê ji vir neçin.''
RIHA