Destvala vegeriyan

Çarşem 22 Sibat 2023 - 00:15

Şandeya Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de, serdana Bexdayê kiribûn, bê ku encamek bigrin vegeriyan.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Umêd Sebah bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeya wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de, serdana Bexdayê kiribûn, piştî 2 rojan vegeriyane Hewlêrê.

 

Di şandeyê de YNK’yî nînin

Sebah da zanîn di serdana ji bo Bexdayê, ew bi Wezareta Nefta Iraqê re, derbarê yasaya neft, gaz û bi aliyên peywendîdar re jî derbarê yasaya budceyê de civiyane.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Wê heya di mijarên yasaya neft, gaz û projeyasaya budceyê de bigihîn encamekê, guftugoyên me dewam bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye piraniya endamên di nava şandeyê de cih digrin PDK’yî ne û ti endamekî YNK’ê ya di nav şandeya hikumetê ya çuyî Bexdayê de cih nagire. Her wiha tenê endamek yê Tevgera Goran jî tevlî civînan dibe. Li gor gotina çavdêran ev şande ji hikûmeta Herêmê zêdetir nûnertiya PDK’ê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.