- KCK’ê da zanîn ku MÎT’a Tirk, kesê bi navê Yunus Toptaş kiriye sîxur û bang li her kesê kir da ku, mafê jiyanê nedine noker û sîxurên ku xwîna gerîla di dest wan de ye û li hemberî wan xwedî helwêst bin.
KCK’ê agahiyên li ser kesê bi navê Yunus Toptaş ragihandin. KCK´ê da zanîn ku rêxistina istîxbarata Tirk MÎT’ê ew kiriye sîxur. KCK’ê derbarê sîxurkirina Yunus Toptaş de daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku MÎT û endamên şerê taybet, ev kes bi kar anîne û bi vî rengî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla sûc kirine û vî kesî di heman demê de di nava rêxistinbûna sîxurtiyê de jî kar kiriye.
Agahiyên cidî di dest me de ne
KCK’ê ragihand ku Yunus Toptaş gelek caran cihê welatparêzan û gerîla bi dijmin re parve kiriye û got, “Di encama agahiyên ku wî û sîxur, xayîn û nokerên din dane, bi dehan gerîla û welatparêz hatine qetilkirin.”
KCK’ê da zanîn ku Toptaş ji aliyê saziyên peywendîdar ên Tevgera Azadiya Kurd ve hatiye lêpirsîn û li sûcên xwe mukir hatiye. KCK’ê destnîşan kir ku derbarê sîxuriya dewleta Tirk li Kurdistanê de, agahiyên cidî hene.
KCK dibêje, “Dewleta Tirk polîtîkaya tinekirin û qirkirinê ya li hemberî gelê Kurd pêk tîne, li her warê jiyanê dewam dike. Dewleta Tirk bi vî şerê qirêj dixwaze civakê dejenere bike, fihûşê û madeyên hişber berbelav dike, ciwanan di bin navê kêfxweşî û festîvalan de, ji rê derdixe. Ev yek weke konseptekê tê meşandin û hewl dide vê konseptê bi berfirehî pêk bîne. Malbatan hewceyî pênc qirûşan dike, ciwanan bi bêkariyê bi xwe, bi madiyatê ve girê dide, bi konsepta birçîhiştinê, hewl dide civakê bi pereyan û madiyatê girê bide, Kurdan bi temamî ji aliyê madî, menewî, exlaqî û ruhî tine bike û bigihîje armanca xwe. Dewleta Tirk ji ber ku di şerê qirêj ê li Kurdistanê de, konsepta jirêderxistina civakê, çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla tê bikaranîn kêm dibîne û di vê mijarê de bi bin ketiye, li Başûr, Rojava û Bakur, bi rêya zext, şidet, êşkence û pereyan, hin kesên ku ji kerametê xistine, li gel bikaranîna teknîkê, li hemberî gerîla û hêzên azadiya Kurdistanê, sûcên mezin pêk tîne.
Yeka dijmin nekiriye didu
Dewleta Tirk ev demeke dirêj e ku kerameta Yunus Toptaş binpê kiriye, wî li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê jî li gel dewleta Tirk hem têkîlî bi pêş xistine, hem agahî dane, hem jî destê wî di xwîna gelek welatparêz û gerîlayan de heye. Weke ku bi dijmin re jiyabe, her tişta ku dewletê, kontrayan û endamên şerê taybet jê xwestiye, bê dudilî kiriye. Kesayetekî wisa ye ku bîat ji dijmin re kiriye. Ev sîxurê xwedî kesayetiya lumpen, ji bîreweriya neteweyî dûr û jiyana xwe esas digire, ji bo ajoyên xwe yên takekesî tetmîn bike, ketiye nava lêgerîneke mezin, herî dawî ketiya xefika dijmin û hiştiye ku gerîla wendahiyan bide. Vî kesî, bi tenê sîxurî nekiriye, di heman demê de sîxur bi rêxistin kirine, di mijara rêxistinkirina sîxurên lumpen de li gel endamên şerê taybet xebitiye, di van mijaran de hin lumpen jî xistine nava vê xefikê.
Xizmê fermandar Sari Îbrahîm e
Yunus Toptaş ji Enqerê heta Stenbolê, ji Amedê heta Izmîrê, ji Hewlêrê heta Silêmaniyê geriyaye, li van deveran hem sîxur û noker bi rêxistin kirine, hem îstîxbarat kom kiriye, hem jî bi rêya sîxurên ku pê re ne, cihên welatparêz û gerîlayan ji dijmin re ragihandine. Di encama agahiyên wî û sîxurên din, bi dehan gerîla û welatparêz hatine qetilkirin. Ev noker û sîxur xizmê Şehîd Sari Îbrahîm (Ramazan Toptaş) e. Ev rastiyeke trajîk a dîroka me ye ku hevrêyê me Sari Îbrahîm jî bi destê sîxuran hate qetilkirin. Ji ber ku ev kes ji malbateke welatparêz e, bi rehetî têkîlî danîne û li warên ku dixwaze xwe bigîhîne wan, bi rehetî hatiye qebûlkirin. Yunus Toptaş xiyaneteke mezin kiriye li gerîlayê ku ji bo Kurdistanê û gelê Kurd şer dike, xwe feda dike, û destê wî ketiye nava xwîna bi dehan fermandarên gerîla û welatparêzan. Vî kesê xayîn, her gotina dijmin bi cih aniye; ew hatiye girtin, ji aliyê saziyên peywendîdar ve lêpirsîna wî hat kirin, dema ku li hemberî belge û delîlên şênber tiştekî bike nema, li sûcên xwe mukir hatiye.
MÎT li deriyê Sêmalka ye
Hatiye piştrastkirin ku li avahiyên herdu xalên kontrolê yên deriyê Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûr de bi piştgiriya PDK’ê istîxbarata Tirk bi cih bûye, di ketin û derketinan de kontrolê dike, herwiha sîstemên naskirina rûyan, li aliyê Başûr hatine bicihkirin. Ev jî ji aliyê vî sîxurî ve hatiye diyarkirin. Sîxurê bi navê Yunus Toptaş, li xwe mukir hatiye ku hewldanên ji bo xistina kesên ku li Bakur kar dikin, hebûye. Herwiha tiştên mîna eroîn, çek û wekî din di bin sîwana MÎT’ê de, bi agahiya wan firotine, dahata wan jî di nava xwe de parve kirine. Vî sîxurî gotiye, ‘Min tekmîla şehadeta gerîlayên di encama agahiyên min dayî dida wan û min hin amûr ji wan re peyda dikirin.’ Vî sîxurî qebûl kiriye ku bi armanca koordîne û kontrolkirina tora sîxuran çûye Başûrê Kurdistanê.
Yunus Toptaş diyar kiriye ku ew poşman e, wî xiyanet li malbata xwe, fermandarê gerîla yê xizmê xwe, li civaka xwe û gelê Kurdistanê kiriye. Ji Partiyê, ji Rêber Apo û ji gelê Kurdistanê efûya xwe xwestiye. Daxwaz kiriye ku wî ji bo herdu zarokên wî efû bikin û wê ti carî careke din xiyanetê li gelê Kurdistanê, gerîla û welatparêzan neke, ew ê xiyanetê ji holê rake.
Van kesan nexin nava xwe
Em bang li gelê me bi taybetî malbatên şehîdan dikin da ku derbarê van polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser welatparêzan hestiyar bin, mafê jiyanê nedin van xayînan, li hemberî xayîn, sîxur û nokerên ku destê wan ketiye xwîna gerîla, helwêstê nîşan bidin, van kesên ku destê wan ketiye xwîna welatparêz û gerîlayan, nexine nava xwe.”
BEHDÎNAN