Destpêkê Edalet

Sêşem 9 Sibat 2021 - 02:34

  • HDP’ê starta kampanya “Destpêkê Edalet” li Enqereyê da. Kampanya wê heta Hezîranê dewam bike. HDP diyar dike ku desthilata heyî xwe li ser bê edaletiyê didomîne û dibêje; “Lê civakek tenê dikare bi edaletê hebe. Civaka edalet tê de tinebe wê ji hev de bikeve û welat jî wê ber bi hilweşînê ve biçe. ” 

HDP’ê bernameya têkoşîna serdema nû bi kampanya “Destpêkê Edalet” ya wê heta Hezîranê 4 mehan dewam bike li otelek Enqereyê da destpêkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk ên sivîl û gelek kesayetên tên nasîn beşdarî bernameyê bûn. 

Navê hin kesayetên beşdar bûne wiha ne: Ahmet Turk, Alî Haydar Konca, Celal Dogan, Atîlla Kart, Behçet Yildirim, Fîkret Başkaya, Hamît Geylanî, Huseyin Aykol, Kerem Alliparmak, Levent Kanat, Mustafa Avci, Nurettîn Sonmez, Sevîlay Çelenk, Sirri Sakik.

Bernameyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar Salîm Kaplan û Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê Îlknûr Bîrol axaftinên destpêkê kirin. 

Kaplan û Bîrol bi van gotinan kampanyayê dan ragihandin: “Ji me re ne bi gotinan, ne bi qencî, edaleta rastî lazim e.” 
 
Bi peyaman piştgiriya kampanyayê 

Peyamên bi vîdeoyê ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran ve bo bernameyê hatin şandin bi sînevzizyonê hatin nîşandan. Hevberdevkê HDK’ê yê berê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, Wezîrê berê Ziya Halîs, siyasetmedar û nivîskarê kurd Tarik Ziya Ekîncî, nivîskar Dogû Ergîl, siyasetmedar Nesrîn Nas, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu di vîdeoyên şandin de peyam ji bo têkoşîna azadî, edalet, aştî û demokrasiyê dan. 

Peyamên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag yên niha girtî ne jî ku ji bo bernameyê şandin hatin xwendin û di peyamên xwe de behsa edaletê kirin û xwestin destpêkê de edalet pêk were. 

Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) jî payem şand bernameya HDP’ê û peyama bi hêviya hemû bi hev re têkoşînê mezin bikin dan. DÎB’ê destnîşan kir ku daxuyaniyên reformê û destûra bingehîn a nû ji bo wan tiştek tuneye. DÎBʼê xwest bi milyonan kes ji bo edalet û wekheviyê, azadiyê, demokrasiyê û aştiyê werin kêleka hev û ev kampanya HDP’ê ji bo edaletê destpêkek e.

Civak bê edalet nabe

Hevserokên HDPʼê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar deklarasyona kampanya “ji bo her kesî edalet” eşkere kirin û gotin: “Em bang li hêzên muxalefetê yên civakî û demokratîk, mirovên xwedî wijdan hemûyan dikin da ku li dijî vê rejîma zordar a bê edalet û neheq bicivin.”

Di metnê deklarasyonê de tê gotin: “Li Tirkiyê ev demeke dirêj e ku krîza siyasî, civakî û ekonomîk bi Sîstema Hukûmeta Serokkomariyê ya rejîmeke bê edaletî û ne wekheviyê ye, ketiye qadên jiyanê hemûyan.

Desthilata AKP-MHPʼê qadên ekonomîk, dadgerî, tenduristî, perwerde, siyaset û çandê rizandî ye, xetimandiye û bêçareserî hiştiye û vê kiriye ku mirov êdî nikaribin xwe li vê jiyanê ragirin. 

Gelek rewşên xirab ên weke sextekarî, bertîlxurî, şîddet, zimanê gefxwarin û nefretê, cinsiyetperestî û cihêkariya nava mirovan normal têne hesibandin û ev yek dike ku pêkhatiyên ji hev dûr bikevin û bêne dijberî hev. Desthilat bi vê dixwaze xwe li ser piyan bigire, lê mixabin bi vî awayî jî nirxên mirovatiyê yên bingehê civakê ne dirizin û bê exlaqî civakê ji hev de dixe. Herçiqasî ev pirsgirêk her yek ji wan encameke xwe hebe jî lê di dawiya dawî de giş dikevin ser hev; roj bi roj mezin dibin û bê edaletiyê îfade dikin. Lê civakek tenê dikare bi edaletê hebe. Civaka edalet tê de tinebe wê ji hev de bikeve û welat jî wê ber bi hilweşînê ve biçe. Eger hûn edaleta civakî û siyasî ji nava jiyanê derxin wê weke rewşa îro tenê pergala derew, talan û zilmê bimîne. Li Tirkiyê îro pirsgirêka herî mezin tinebûna edaletê ye. Di dîrokê de kêm serdem weke îro hene pûlên durûtî û xedariyê bi qîmet bûne, bê wijdanî û bê exlaqî tine hatine hesibandin.”

HDP di deklarasyona xwe de bê edaletiyên li Tirkiyên di bin 10 sernavan de bi awayekî berfireh destnîşan dike û bang li hêzên muxalefetê dike da ku bicivin û li dijî vê bê edaletiyê têbikoşin. HDP dibêje; “em jiyanê bi edalet bikin. Ji bo her kesî, li her derê û bi her zimanî, her tim edalet…”

MA/ENQERE
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.