- KONGRA GEL bal kişand ser metirsiya li ser Şengalê û bang li civaka Kurdistanê kir ku li welat û li derveyî welat xwedî li destketiyên berxwedana Şengalê derkevin.
Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL bi wesîleya Cejna Êzî ya civata Êzidî peyamek weşand û cejn li civata Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir. Di peyamê de hate gotin, "Em hêvîdar in ku Cejn bibe wesîleya yekîtiya gelê me û xwedîderketina li destketiyên berxwedana Şengalê."
Di peyamê de qalê şertên giran ên pêvajoya cejna Êzî tê kirin û tê gotin: “PDK'ê di sala 2014'an de Şengal teslîmê DAÎŞ'ê kir, niha jî teslîmî hikumeta Bexdayê kir. Lê belê gelê Êzdî ji sala 2014'an ve li hemberî pîlanên tevkujiyan hemûyan berxwedaneke bi heybet dimeşîne.
Kongreya Gel di peyamê de berxwedana gelê Şengalê pîroz dike û dibêje: “Bi rastî jî berxwedaneke bi qehremanî û dîrokî ye. Pêwîst e ku gelê me pir baş bizanibe ku bingeha parastina nirxên Şengalê, wê bi berxwedana gelê me çêbibe. Li ser vî esasî jî pêwîste gelê me ji hêza xwe bawer bibe. Di vê rewşê de pêwîst e ku Cejn jî bibe wesîla xwedîderketina destketiyên gelê Şengalê.”
Berpirsê fermanê PDK ye
Di daxuyaniyê de şehadeta Mam Beşîr tê bi bîr xistin û tê gotin: “Ji bo me û gelê Êzdî xisareke pir mezin û êşeke pir giran bû. Şehadeta Mam Beşîr wesîleya bilindkirina têkoşîna xwedîderketina li Şengalê ye. Em li ser vê bingehê dikarin li hemû şehîdên xwe xwedî derkevin.”
Sala 2014'an vekişîna PDKʼê ji Şengalê û mesûliyeta wê di fermana 74ʼan a gelê Êzîdî de tê destnîşankirin û tê gotin: “Berpirsyarê vê fermanê yekser PDK ye. Niha jî ev tifaqa li Şengalê ya ku bi hikumeta Bexdayê re pêk hatiye, berdewama vê fermanê ye. Dixwazin gelê Şengalê teslîm bistînin, hêvî û baweriya gelê Êzdî têk bibin. Gelê Kurdistanê û gelê Êzdî vê yekê tu carî ne qebûl dike ne jî ji bîr dike.
Gelê Şengalê li hemberî DAÎŞ'ê parastina xwe ya rewa kir. Keç û xortên Êzdî (YBŞ, YJŞ) xwe rêxistinkirin û gelê xwe parastin û nehiştin ku fermana 74’an li Şengalê tam bigêhêje armanca xwe. Niha jî li hemberî tifaqa PDK'ê û hikumeta Bexdayê gelê xwe diparêzin.”
NAVENDA NÛÇEYAN