Desthilatiya Tirk film qedexe kir!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:03

  • Çêker û alîkarê derhêner ê filma “Ji bo Azadiyê” sedemên nîşannedana filmê di Mihrîcana Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî ya 5´an de eşkere kir û got, film bi zexteke siyasî ji aliyê desthilata Tirk ve hate qedexekirin, ji ber ku di filmê de berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk heye.

Çêker û alîkarê derhêner ê filma “Ji bo Azadiyê” sedemên nîşannedana filmê di Mihrîcana Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî ya 5´an de eşkere kir û got, film bi zexteke siyasî ji aliyê desthilata Tirk ve hate qedexekirin, ji ber ku di filmê de berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk heye.

Têkildarî sedemên qedexekirina nîşandana filmê ji hêla organîzatorên mihrîcanê ve, çêker û alîkarê derhêner, Diyar Hiso îdîayên organîzatorên mihrîcanê nirxandin û got, “Organîzatoran îdîa kir ku film kevn e û di 2019’an de hatiye çêkirin. Lê organîzatoran ji destpêkê ve bi dîroka filmê dizanî û di şertên nîşendana filman de ti şert têkildarî dîroka filmê tine bû.”

Ji ber zextên siyasî bû

Hiso piştrast kir ku qedexekirina filmê, li ser hêza filmê nîşaneyek e ku dê bandoreke erênî li ser gelan bikira û got, “Qedexekirina filmê ji ber zextên siyasî bû. Ji ber naveroka filmê li ser berxwedana Xwerêveberiyê, gel û vîna wî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bû. Ji bo me diyar bû ku ew bi xwe dijminên berxwedana Kurdistaniyan e.”

Hiso der barê bandora qedexekirina pêşandana filmê li mihrîcanê de got, “Ev yek wê bandoreke nerênî li navê mihrîcanê û duristbûna wê di siberojê de bike. Her wiha ew ê bandorê li ser pabendîbûna organîzatorên wan bi biryar û şertên tevlîbûn, zelalbûna mihrîcanê bike. Ji ber ku îro nehiştin Komîna Film a Rojava filma xwe pêşkêş bike, ew ê sibe filmeke din qedexe bikin û bi vî awayî dê filman li gorî xwestekên xwe qedexe bikin.”

Divê sedemê eşkere bikin

Her wiha Hiso rêveberiya mihrîcana Silêmaniyê rexne kir û ew bi binpêkirina biryar û şertên wê wesifand. Diyar Hiso bang li rêveberiya mihrîcan û organîzatorên wê kir da ku têkildarî qedexekirina nîşandana filmê, daxuyaniyekê bidin raya giştî ya Kurdistanê û sedemên wê eşkere bikin.

Çêker û alîkarê derhêner Diyar Hiso di dawiyê de got, wan bi rêya daxuyaniyekê helwêsta xwe nîşan da û hin sînemavanan jî ev yek rexne kir. Diyar Hiso da zanîn ku ew hewl didin ku ev helwêst dubare nebe da ku çanda Kurdistanê dewlemendtir bibe.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.