Desthilat gav neavêje teşhîr dibe

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:05

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, biryara Tevgera Azadiya Kurd a vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê, yek ji rojevên herî girîng e ku tê nîqaşkirin. Piştî daxuyaniya dîrokî ya li Qendîlê, careke din hemû çav çûne ser gavên pêwîst ên dewletê. Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan, têkildarî gavên pêwîst ên ku divê desthilat û dewlet bavêjin nirxandin kir. Turkdogan, girîngiya komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin destnîşan kir û got:"Divê ev komîsyon serdana birêz Ocalan bike û pêşniyazên wî wergire. Di nakokî û çareseriyên wan de, divê alî pêşî bi diyalogê û dû re jî bi danûstandinê ramanên hevdu nîqaş bikin. Ev tenê li ser bingeheke demokratîk dikare were kirin." Turkdogan, destnîşan kir ku aliyê Kurd Abdullah Ocalan wekî aktorê sereke destnîşan kiriye û got:"Ji ber vê yekê, divê hûn bi muxatabê xwe re li ser vê mijarê biaxivin. Dema ku ev kêmasî were çareserkirin, ew ê raporekê binivîse û pêşniyazên qanûnî bike. Ji ber ku ev pêşniyaz hîn nehatine bidawîkirin, em nikarin li ser wan nîqaş bikin, lê divê ew pêşniyazên ku wê bi berfirehî entegrasyona demokratîk hêsan bikin bin. Kesên ku çekên xwe deynin wê neçar bimînin ku li ser bingeheke demokratîk bijîn. Ji ber vê yekê ew ê çawa bijîn? Pêdivî ye ku hemû rêziknameyên qanûnî yên heyî werin nirxandin û divê guhertinên qanûnî werin kirin da ku ew li ser bingeheke demokratîk bijîn." Turkdogan ku got "pêdivî bi qanûneke aştiyê heye" destnîşan kir ku divê mewzûata ceza hemû di ber çavan re bê derbaskirin. 

Êdî ti hinceta desthilatê nemaye 

Turkdogan anî ziman ku pêvajo bêyî gavên qanûnî pêş nakeve. Turkdogan, diyar kir ku divê komîsyona hatiye avakirin pêşî nêrîna xwe li ser vê mijarê eşkere bike û got ku divê komîsyon li ser gelek rêziknameyên qanûnî, di nav de ewlehiya civakî ya gerîlayên ku çekên xwe danîne û wê vegerin, nêrîna xwe eşkere bike:"Ew hinceta tundiyê ji desthilatê hatiye girtin. Ji ber vê yekê, divê gavên demokratîk werin avêtin. Lêbelê, ger neavêje dê teşhîr bibe. Ji ber ku wî ew qanûn ne tenê li dijî PKK'ê bi kar anîne. Ew li dijî her kesê muxalefetê hatine bikaranîn. Kesên ku qurbaniyên van qanûnan in wê bibêjin, 'PKK jî tune ye, hûn çima van qanûnan naguherînin?' Salek e ku pevçûn tune ye. Salek e ku kes nemiriye. Ma ev ne girîng e? Ev bi tena serê xwe girîngiya vê pêvajoyê nîşan dide. Ez bawer dikim ku desthilat dizane ku divê gav bavêje. Ev her gav li seranserê cîhanê wisa bûye. Ji bo afirandina modelek ji bo Tirkiyeyê, rêgezên ku li seranserê cîhanê tên zanîn hene û divê em wan li vir jî bi cîh bînin."

MA/MEHMET ASLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.