Desteyeke hiqûqî ya cîhanî ji bo Ocalan

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:38

  • Xedîce Îbrahîm got, “Divê saziyên navneteweyî hesab ji Tirkiyê bixwazin, ji ber ku mafên lîderekî neteweyî binpê dike.”

SOLÎN EHMÊ / ANHA/QAMIŞLO

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Xedîce Îbrahîm piştrast kir ku di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê ye” de desteyê têkilî bi gelek parêzerên li cîhanê re daniye û hewl dide desteyeke hiqûqî ya cîhanî ava bike.

Xedîce Îbrahîm got, divê saziyên hiqûqî yên navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bixwazin ji ber ku qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê dike: “Divê saziyên navneteweyî hesab ji Tirkiyê bixwazin, ji ber ku mafên lîderekî neteweyî binpê dike.”

Xedîce Îbrahîm got, dewamkirina tecrîdê mijareke siyasî ye û wiha peyivî: “Rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji cîhanê re bi giştî diyar e. Dadgehkirina wî, ragirtinawî li hepsê heta îro û cezayên li ser tên ferzkirin, li dijî hemû mafan in. Lewra divê em erka xwe bînin cih, wan sûcên derhiqûqî eşkere bikin û banga rawestandina wan bikin.

Divê saziyên hiqûqî dev ji bêdengiya xwe ya biguman berdin û bi awayekî cidî rahêjin doza Rêber Abdullah Ocalan.”

Xedîce Îbrahîm got hemleyê par û îsal gelekî deng vedaye û wiha lome kirin ji saziyên peywendîdar: "Mixabin gelek saziyên mafên mirovan, CPT û rêxistinên navneteweyî yên mirovî hemle paşguh kirin. Wan saziyan tecrîd jî bi dawî nekir."

Jin pêşeng in ji bo hemleyê

Xedîce Îbrahîm bal bire ser rola pêşeng a jinên parêzer di hemleyê de û got, “Jinên li Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bawer dikin ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan azad bûne. Ji ber wê divê her jina hiqûqnas hewl bide siyaset û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.”

Têkildarî çalakiyên ku Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan li dar xistine, Xedîce Îbrahîm got, : “Me têkilî bi gelek parêzerên li Başûrê Efrîkayê re danî, di nav de parêzerên têkoşer Nelson Mandela jî heye. Hemû jî bi dildarî tevlî hemleyê bû. Yek ji wan parêzeran Mahmoud Patel, gelek dosyayên qanûnî ji me re şandin, ji bo ku xebatên me di warê qanûnî de xurtir bibin.”

Xedîce Îbrahîm li ser ayadiza fiy`ik`i za Ocalan got,  “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hewldanên me hene ku li ser asta cîhanê desteyeke hiqûqî were avakirin. Di vî warî de me têkilî bi gelek parêzerên li cîhanê, kesên azadîxwaz û demokrat bi taybet kesayetên Ereb re danî.“

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.