Destên piçûk ruh didin erbaneyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Îlon 2024 - 00:19

ROJNEWS / MEXMÛR

Zarokên Mexmûrê di her kêliya jiyanê de xwe pêş dixin, fêrdibin û niha jî bi destên xwe yên biçûk ruh didin erbane ango defê. Xeyala wan ewe ku di siberojê de wek gerîlayên YJA-STAR’ê bibin yek ji hunermendên ku çanda Kurdewarî diparêzin.

Ev amûr dihêle ku Kurd mîrateya xwe ya çandî zindî bihêlin bêyî ku têkiliyên xwe yên bi rabirdûyê re qut bikin. Dengê Erbane ruh, rêûresm û nasnameya Kurdan nîşan dide. Ji ber vê sedemê jî erbane ji bo Kurdan ne tenê amûreke muzîkê ye, di heman demê de sembol ango şêweyeke xwe îfadekirinê ye. Kurd xwe, dîrok û çanda xwe bi erbanê îfade dikin.

Ev amûra xwedî dîrok û qedîm, niha di destê zarokên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de ruh digire û dibin darên qedîm ên Parka Rêber Apo de reng û şêwe digire. Komek zarokên Mexmûrê ji bo ku xwe fêrî erbaneyê bikin û çanda Kurdewarî biparêzin, berê xwe dane Stêra Zêrîn a wargehê û li wir ji aliyê Mamostayê muzîk û amûran Rûheyv Efrîn ve têne perwerdekirin. Mamoste Rûheyv ku zarokatiya xwe li Navenda Çand û Huner a wargehê derbaz kiriye, niha jî perwerde dide zarokên wargehê û dibêje ku ew di xwendevanên xwe de zaroktiya xwe dibîne.

‘Em ji hevre heval in’

Ev sê heyv in ew dibin sêwana Stêra Zêrîn de perwerdeya erbaneyê dide xwendevanên xwe yên biçûk. Mamoste Rûheyv têkildarî girîngiya erbaneyê û perwerdeya ku dide de got; “Navenda Çand û Huner ya wargehê û Stêra Zêrîn ji ber werza havînê û nebûna dibistanê, çend perwerdeyên çandî dane destpêkirin. Em jî niha li vir perwerdeya erbaneyê didin. Em bi xwendevanên xwe re weke hevalên hevin. Em bi hev re demên gelek xweş derbas dikin. Pêşketinên xwendevanan hene, hemû jî bi dilxwazî tên perwerdeyê. Me destpêkê girîngiya erbane, naskirin û şêwazên rîtmên muzîkê bi hev re dît.”

Malbat jî li pişta wan in

Mamoste Ruheyv da zanîn ku ev perwerdeyên ku tên dayîna zarokên wargehê, ji aliyê xelkê wargehê ve erênî tên dîtin lu kêfxweşiyek mezin daye avakirin û wiha axaftina xwe domand: “Malbatên me ji ber perwerdeyên tên dayîn gelek kêfxweşin. Niha bi sedan xwendevan tên perwerdekirin û em jî li vir perwerdeya erbaneyê dibînin. Amûra ku dengeya stranan çêdike, erbane ye. Erbane xwedî dîrokek kûr û bi wate ye. Hertim Kurdan erbane bikaraniye û amûrek sereke ya çanda Kurdî û taybet jî ya Rojhilata Navîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.