Sê saziyên Îtalyayê beşdarî kampanya ji bo azadiya Rêber Apo bûn. Dibistana Gel a Antonîo Gramscî, Kovara Îl Bene Comûne û Sendîkaya Mamosteyan a COBAS’ê - Sardûnya, tevlî kampanya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûn. 

Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, ku bi navê ”Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re” tê meşandin û ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres re name tê şandin, bi tevlîbûnên nû dewam dike.

Li Girava Sardûnyayê ya Îtalyayê ku warê Antonîo Gramscî ye, Dibistana Antonîo Gramscî ragihand ku ew jî tevlî kampanayê bûye. Sardûnyayiyan eleqeyeke xurt nîşanî karên dîrokî û felsefî yên Rêber Abdullah Ocalan dan.Kovara çandê ya mehane ya li Îtalyayê Îl Bene Comûne Molîse jî beşdarî kampanyayê bû. Kovara ku zêdeyî 20 sal in weşana neteweyî, çandî û hunerî dike, di heman demê de li ser rastiya Îtalyayê û navneteweyî dixebite. Sendîkaya Mamosteyan a COBAS’ê ku Sendîka mamosteyan e, beşdarî kampanyayê bû.

Kampanyaya ji bo azadiya Ocalan 11’ê Çileyê ji aliyê Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATÛ) ve hate destpêkirin û name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re tê şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN