Destê hev bigrin

Pêncşem 1 Tîrmeh 2021 - 04:09

Hunermend Şivan Perwer diyar kir ku li serê Kurdan qiyametek tê amadekirin û got: “Bila kes xwe mezin nebîne. Ger Kurd li dijî hev şaşitî bikin wê bi rûpelekî reş têkevin dîrokê." 

Ji 23`ê Nîsanê ve heya niha êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê didomin. Di van êrişan de PDK jî cih digre û çekdaran dişînin herêmên gerîla. Ev çekdarşandin metirsiyê çêdike ku di nava Kurdan şerek biqewime. Ji bo ev şer neqewime gelek sazî û dezgehên kurdistanî di nava tevgerê de ne. Komeke hunermendên Kurd jî ji bo pêşî li vî şerî bigirin li Başûrê Kurdistanê ne. Yek ji endamê komê hunermend Şivan Perwer e.

Perwer, diyar kir ku şerê di navbera Kurdan de bêyom e û got: “Ev şer Kurdan diqedîne. Dijmin baş dizane ku ger hêzên Kurd ser bingehekî werin cem hev, wê hêzêke mezin çêbibe. Lobiya Kurdan jî di cîhanê de çêbibe kes qebûl nake ku Kurd di vê rewşê de bimîne. Ger di nav hêzên Kurdan de yekitiyek çêbibe wê zora dijminan here. Tirk li ser Kurdan asîmîlasyoneke gelekî giran pêk anîne û homojenîzme digere. Jixwe armancake wan ya dîrokî heye. Dibejin `Ji ber Kurdan me Heleb, Serêkaniyê, Mûsil û Kerkûk destê xwe berdaye. Ger Kurd van cihan bigirin, êdî em çûn'. Ji ber wê çi ji destê dewleta Tirk were wê bi hemû lîstokan pêk bîne. Wê dest biavejê tevgerên Kurd û kîjan tevgera Kurd nêzî wan bibe wê bixwaze li dijî Kurdan bikar bîne. Pêwîstiya Kurdan bi hevdû heye. Çi dibe bila bibe ger şerek di navbera Kurdan de çêbibe, wê qiyametek li serê Kurdan be. Gelê Kurd tu carî vê naxwazê û qebûl nake.” 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.