Dest bi rojiya mirinê kirin
În 22 Tîrmeh 2022 - 22:18

- Ji girtiyên raperîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Şêladizê, 5 girtiyên ku diviyabû piştî cejna Qurbanê bihatana berdan, dest bi rojiya mirinê kirin.
Ji girtiyên raperîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Şêladizê, 5 girtiyên ku diviyabû piştî cejna Qurbanê bihatana berdan, dest bi rojiya mirinê kirin. Li gorî parêzerê wan, ji ber destwerdana PDK´ê ew nayên berdan.
Girtiyên Şêladizê Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî ev du sal in ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û nayên berdan. Her çendî bi biryara dadgehê diviyabû piştî Cejna Qurbanê bihatana berdan, lê hê jî nehatine berdan.
Parêzerê girtiyan li Herêma Behdînanê, Beşdar Hesen ragihand ku diviyabû ew 5 girtî beriya cejna Qurbanê bihatana berdan, lê ji ber destwerdanên partiyan, serbest berdana wan hatiye rawestandin. Li vir jî ji bilî PDK´ê ti partiya din a ku dest werde meseleyê nîne.
Beşdar Hesen dibîje, “Li dijî bernedana xwe her 5 girtiyan dest bi rojiya mirinê kiriye, ti xwarinê naxwin.”
Beşdar Hesen dibêje, “Ji beriya çend rojan, Tîma Parêzeran, Lijneya Mafên Mirovan a Parlamenê û Komîsyona Mafên Mirovan daxwaz kiribû ku sedema binçavkirina girtiyan bê ronîkirin, lê bersiveke pêwîst nedan.”
DIHOK















