Dest bi greva birçîbûnê kirin

Duşem 13 Sibat 2023 - 00:29

Di 24’ê Çileyê 2023´yan de welatiyên bajarokê Derbendîxanê, çalakiyek li dar xist û ji bo danîna projeya parzûngeha avê, çêkirina rêyên Derbendîxanê, dayîna ava vexwarinê û zêdekirina saetên elektrîkê, hefteyekê mohlet da hikûmetê. Wan di heman demê de ragihand ku heger di nava hefteyekê de daxwazên wan bi cih neyên anîn, dê dakevin kolanan.

 

Hikûmet guh nade daxwazên xelkê

Piştî temambûna yek hefteyê û bêdengiya hikûmetê beramberî daxwazên welatiyan, di 31’ê Çile de welatiyên bajarokê Derbendîxanê, li ser rêya giştî ya nava bazara bajarok de kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.

Çalakiya konvedanê ya xelkê Derbendîxanê dewam dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha jî ti bers nedaye daxwazên xelkê Derbendîxanê. 

 

Divê daxwazên me qebûl bikin

Li ser vê bêdengiyê komek çalakvanan biryara greva birçîbûnê da û dest bi greva birçîbûnê dikin.

Yek ji amadekarên çalakiyê, Eyub Ehmed derbarê greva birçîbûnê de got, “Em weke ciwan û xelkê Derbendîxanê, bi rojane li kolanan in û daxwaza mafê xwe dikin. Lê desthilatê heta niha jî bersiva daxwazên me nedaye. Ji bo vê, heta bersiva me neyê dayîn, çalakiya me wê dewam bike.

Me îro biryar da ku em 13 çalakvan dest bi greva birçîbûnê bikin. Em hemû dizanin nifûsa niştecihên Derbendîxanê 62 hezar e û xwedî du bendav e. Heta niha jî ava paqij nîne em vexwin. Xwedî santrala ceyranê ye lê tenê 6 saet ceyrana me heye.”

Eyub di dawiyê de jî got, divê pirsgirêka ceyran û avê ya li Derbendîxan were çareserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.