Derketina ji lîsteyê çareserî ye

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:27

  • Zagros Hîwa: Rêber Apo damezirînerê PKK’ê ye. Çiqas xebat ji bo azadiya Rêber Apo bê meşandin, ewqas jî derfeta derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê çêdibe.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê, Zagros Hîwa got, derketina navê PKK’ê ji lîsteya ‘Terorê’ wê peymana Lozanê ya dijî Kurdan hilweşîne: “Gelên cîhanê PKK’ê terorîst nabînin. Lê divê were zanîn, PKK tenê bi têkoşîn û xebatê ji lîsteyê wê derkeve. Derketina PKK’ê ji lîsteyê wê derî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd veke û peymana Lozanê ya dijî Kurdan jî hilweşîne.”

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Kurdan bi pêşengiya 1000 kesayetên cîhanî kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteyên terorê ragihandiye. Armanc jî 4 milyon îmze ne. Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa jî li ser girîngiya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û encamên wê axivî.

Zagros Hîwa got, sê armancên sereke yên xistina navê PKK’ê ya nava lîsteya ‘terorê’ hene: “Ev sedem îdeolojîk, siyasî û aborî ne. Çima? Ji ber PKK azadiya mirovî dixwaze, parêzeriya azadiya jinê dike, girîngiyê bi jîngehê dide. Ew dewlet û sîstemên ku mirovî dikin kole, jinê dikin kole û jîngehê wêran dikin, PKK’ê weke terorîst nîşan didin.”

Zagros Hîwa got, piştî peymana Lozanê ti cih ji Kurdan re ne hatibû hiştin: “Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, sîstemeke siyasî ya nû ji bo Rojhilata Navîn hate danîn. Di sîstema bi peymana Lozanê de cih ji Kurdan re nehatibû hiştin. Li gorî vê sîstemê Kurd nînin. Heger rêxistinek derkeve û bibêje Kurd hene, ew rêxistin terorîst e! Nêzîkatiya sîstema sermayedarî ya li dijî Kurd, beriya her tiştî nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Ya yekemîn înkara neteweya te û nasnameya te ya neteweyî dike. Înkara mirovbûna te dike, azadiya jin înkar dike û dixwaze jîngeha te têk bide û talan bike.”

Ji ber NATO´yê

Zagros Hîwa îşaret bi rola NATO’yê jî dike: “Tirkiye endamê NATO’yê ye. Lewma li gorî xala 5’an a NATO’yê her rêxistineke li dijî Tirkiyeyê metirsîdar be, di heman demê de weke metirsî li ser NATO’yê jî tê qebûlkirin.”

Weke sedema aborî jî Zagros Hîwa got, “Welatên pêşengên modernîteya sermayedariyê, ti carî girîngî bi mafê mirov, azadî û demokrasiyê nadin.

Ya ji bo wan girîng hatina pere û bihêzkirina çavkaniyên darayî ye. Heger PKK di lîsteya terorê de be, sedemeke timî ya ji bo şer û aloziyê li herêmê çêdibe. Şer û nakokî çiqas zêde bin, ew ewqasî jî çekan difiroşin. Di vir de berjewendiyên aborî û siyasî hene.”

Zagros Hîwa got, dîsa jî ji bo PKK´ê bixin lîsteyê hincet lazim bûn: "Yên PKK’ê xistin lîsteya terorê, bixwe jî dizanin ev derew e û PKK jî terorîst nîne. Ji ber vê neçar bûn  plangeriyekê bikin. Çûn serokwezîrê Swêdê Olof Palme kuştin û xistin stûyê PKK’ê. Piştî 20 salan bixwe gotin, tiştek wisa nîne. Lê carekr PKK xistine lîsteya terorê! Ji bo têkoşîna gelan a ji bo maf û edaletê bitepisînin, neçar in pêkanînên xwe rewa bikin."  

Herî zêde PKK´ê şerê DAIŞ´ê kir

Zagros Hîwa bi bîr dixe ku gelên cîhanê PKK´ê weke terorîst nabînin û dibêje: “PKK navnîşana têkoşîneke azadîxwaziyêye ji bo gelan, jinan, ciwanan û hemû mirovahiyê.”

Li ser helwesta Emerîka ya derbarê PKK’ê de jî Zagros Hîwa dibêje; “Kêfa gelê Emerîkayê ji PKK’ê re tê. Rêxistina herî mezin a terorîst ne DAIŞ bû? Kîjan rêxistinê qurbaniyên herî zêde di şerê dijî DAIŞ’ê de dan? Zêdeyî 6 hezar gerîlayên PKK’ê li Iraq û Sûriyê, li Başûr û Rojava di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe fedakirin. Ti dewletek, hêzek yan jî rêxistinekê biqasî PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer nekiriye. Lê Tirkiye rê ji DAIŞ’ê re vekir û 40 hezar DAIŞ’î û Nusrayî di welatê xwe re derbasî Iraq û Sûrî kirin. Lê balkêş e ku Tirkiye hevpeymanê stratejîk ê wane!”

PKK legal bibe, Lozan wê hilweşe

Li ser pirsa eger PKK legal bibe wê ji bo Kurdan çi bi xwe re bîne jî Zagros Hîwa dibêje, “Dizanin, heger PKK legal bibe û bi awayeke asayî xebatê bike, wê peymana Lozanê têk biçe. Lewma dibêjin, PKK terorîst e. Vê zirareke zêde daye Kurdan. Ne tenê zirar daye Bakurê Kurdistanê, zirar daye 4 beşên Kurdistanê û heta Kurdên derveyî welat jî. Xistina lîsteyê ya navê PKK´ê, erêkirina komkujiyeke li dijî gelê Kurd e. Ew dizanin PKK parêzerê hebûn û azadiya Kurdan e.”

Li ser helwesta rêxistinên Kurd derbarê qedexekirina PKK’ê de jî Zagros Hîwa wiha dipeyive: “Hinek rêxistinên Kurd bi vê kêşfxweş in û bixwe jî tînin ziman. Ev xiyaneteke li beramberî gelê Kurd. Her rêxistineke Kurd a ku bibêje, PKK terorîst e, ew rêxistin xiyanetê li gelê Kurd dike. Ji ber ku PKK pêşengê têkoşîna hebûn û azadiya Kurd e.”

PKK ne di lîsteyê de çareserî dibe

Ji bo encamên derketina navê PKK’ê ji lîsteya terorê jî Zagros Hîwa dibêje, “Derketina PKK’ê ji lîsteya terorê, deriyê çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd vedike. Derî ji bo jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê jî vedike. Derketina PKK’ê ji lîsteya terorê, hemû êş û azarên ku Kurd li her derê dikişînin, bi dawî bike. Yanî dawî wê li koçberiya ji welêt, dagirkeriya Tirk û komkujiyên li dijî Kurdên çar parçeyên Kurdistanê were.”

Têkildarî bandora têkoşîna derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya li ser azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan jî ew dibêje, “Rêber Apo damezirînerê PKK’ê ye. Ji ber vê, xebatên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, ji xebatên ji bo azadiya Rêber Apo qut nînin. Çiqas xebat ji bo azadiya Rêber Apo bê meşandin, ewqas jî derfeta derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê çêdibe.” 

ROJNEWS/QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.