Deriyê xewnan ên şervanên Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Sibat 2023 - 05:31

  • Esas belgefilma “Deriyê Xewnan” çavdêriyên li ser Şoreşa Rojava ne. Derhêner bi kemaraya xwe hêz û taqeta şervanên jin nîşan dide, lê bi kêliyên dilsoz. Ew tenê hin tiştan nîşan nade, her wiha dixwaze bersiva hin pirsan jî wergire ji şervanên jin ên Kurd.

ARDÎN DÎREN

 

Filmê “Darvazeyê Royaha” (Deriyê xewnan) ê derhênera jin Negîn Ahmedî, îsal li Berlinale (Festîvala Filman ya Berlînê) di beşa “Generations”ê de hate nîşandan. Film cara yekem li Berlînale hate nîşandan û bi vî awayî promiyera xwe kir.

Filmê “Deriyê xewnan” bi şêxazekî belgefilmê hatiye çêkirin, û qederê 6 salan domandiye heta ku belgefilm biqede. Ji bo Negîn Ahmedî karibe belgefilma xwe çêke û xeyala di sere xwe de pêk bîne, biryareke radîkal dide û ji Îranê berê xwe dide Rojava. Ew bi salan tevî şervanên YPJ’ê dijî ango bi wan re wext derbas dike û dixwaze dîmenên kêliyên baş û jidil biqefêle da ku belegefilmeke bi bandor bihûne. Şervanên jin ên ku li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe da û hîna jî li ber xwe didin, pirr bala wê kişandine. Lê ev balkişandineke ji rêzê nîne, naxwe ew di nava şervanan de ji bo belgefilmekê 6 salan nedima! Wê dixwest dîmenê jiyana şervanên jin ên Kurd a rastîn bigire, bike film û bibe şahidê berxwedana wan. Yanî bi çêkirina belgefilmê, derhêner bi xwe jî bi guhertinan dijî û şoreşa jinan ya ku li Rojava pêk hat, weke jinekê tesîra xwe li wê dike.