Derfetên nû ji bo sînemayê li Iraq û Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Tîrmeh 2021 - 02:38

Yad Dîn kurê pêşmergeyekî ye. Rejîma Sedam bavê wî bi pîlangeriya li dijî xwe gunehbar kiribû. Bavê wî kir ku ew û dayika wî, gava ew yek salî ji xezaba dîktatorî xilas bibin. Li ser pişta kerê ew di sînor re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Bi salan li Rojhilat penaber maye derhêner Yad Dîn (Yad Deen). Piştre jî malbata wî xwe gihandiye Londonê, û li wir bûye penaber. Yad Dîn li wir mezin bû û bû derhênerê filman. 

Ew sala 2021´ê li Hewlêrê vegeriya. Niha wî li Bexdayê şirketa xwe ya produksiyonê jî damezirandiye. Ew dema xwe bi pirranî li Silêmaniyê dibihurîne. Jixwe wî kurtefilma xwe ya xelatgir Carga jî li wir çêkir. Film li ser du çêkerên filman ên Spanî yên li fabrîkeyeke cixareyan a terikandî ye. Piştre wî û çend hunermendên bi wî re heval, ev fabrîkeya cixareyan veguherandin navendeke ji bo hunerê dijîtal. Di hundirê wê de tevî pandemiyê jî du pêşangehên bicihkirî hene. Dîwarê navendê jî bi resmên hunerê kolanan ên hunermendên ciwan hatiye xemilandin. Yad Dîn dixwaze produksiyonên biyanî jî teşwîq bike da ku li Kurdistan û Iraqê filman çêkin. Ji ber wê jî weke yekî ji kesên ku sînemaya Iraqê diguherîne, tê qebûlkirin.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.