Derbendîxan hîna jî li ber xwe dide
Çarşem 15 Sibat 2023 - 16:18
Di 24’ê Çileyê 2023´yan de welatiyên bajarokê Derbendîxana ser bi Silêmaniyê, çalakiyek li dar xist û ji bo danîna projeya parzûngeha avê, çêkirina rêyên Derbendîxan, dayîna ava vexwarinê û zêdekirina saetên elektrîkê, hefteyek mohlet da hikûmetê. Xelkê Derbendîxanê wekî din ragihand, heger di nava hefteyekê de daxwazên wan bi cih neyên anîn, ew dê dakevin kolanan.
Hikûmetê ti bersiv nedaye wan
Piştî temambûna mohleta yek hefteyê û bêdengiya hikûmetê ya li beramberî daxwazên welatiyan, di 31’ê Çile de welatiyên bajarokê Derbendîxanê, li ser rêya giştî ya nava bazara bajarokî, kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.
Çalakiya konvedanê ya xelkê Derbendîxan dewam dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê heya niha jî ti bersiv nedaye daxwazên xelkê Derbendîxan.
Xelkî jî diyar dikin heta ku hikûmet û aliyên peywendîdar guh nedin daxwazên wan û xwestekên wan bi cih neyînin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.
Tenê saetên elektrîkê zêde kirin
Hêjayî bibîrxistinê ye duh qeymeqamtiya Derbendîxanê diyar kir ku biryar hatiye dayîn 2 saet elektrîka nîştimanî ji bo navçeyê were zêdekirin. Her wiha hikûmetê jî biryar daye budceyekê ji bo paqijkirina çavkaniya ava vexwarinê ya navçeyê veqetîne. Lê welatî diyar dikin, heta daxwazên wan yek bi yek bi cih neyên anîn, çalakiya wan wê dewam bike.
ROJNEWS/DERBENDÎXAN