Derbên YJA Starê li dijmin ketin

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:25

  • Gerîlayên YJA Starê 20'ê Mijdarê li geliyê Girê Azad ê Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin. 

Gerîlayên YJA Starê 20'ê Mijdarê li geliyê Girê Azad ê Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser rewşa meydanî ev agahî dan: "Di çarçoveya pêngava 'Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civak û jina azad e' ya KJK'ê;

20'ê Mijdarê saet di 16:00 de li herêma Metînayê, li dijî dagirkerên li Geliyê Girê Azad hêzên me yên YJA Starê çalakî kir.

Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hate xistin.

19'ê Mijdarê saet di navbera 23:00-00:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombardûman li qada Çemço ya herêma Zapê kir.

20'ê Mijdarê saet di navbera 10:00-17:00 de li herêma Metînayê qadên Gundê Hirorê û Dola Derarê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.