• Hêzên dagirker tevî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û ya şer, derbên giran ji gerîlayên HPG´ê û YJA Starê dixwin. Di çalakiyên dawî de gerîlayan 8 dagirkerên din li Zê û Avaşînê kuştin.

Di çalakiyên dawî yên gerîlayan de 8 dagirker hatin kuştin û gelek wesatîyên leşkerî jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Hêzên me di 8 û 9’ê Gulanê de gelek çalakiyên encamgir li dar xistin. Artêşa Tirk a dagirker tengijiye, qadên berxwedanê bi sedan caran bi obusan, 41 caran bi balefirên şer bomberdûman kirin, lê ti encam bi dest nexist.

Ligel vê, sûcê şer kir, rêbazên nemerdane bi kar anîn û li dijî çeperên şer, çekên kîmyewî bi kar anîn. Ligel van rêbazên qirêj ên dewleta Tirk jî hêzên me derbên giran li dagirkeran didin. Di çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatine kuştin, 9 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 pergalên kamerayê, cîhazeke wênegirtinê, sensoreke tevgerê hatin îmhakirin û derb li çeperekî hat xistin.”

HPG´ê kite bi kite li ser çalakiyan ev agahî dan:

Li herêma Avaşînê:

Di 9’ê Gulanê de saet di 12.45’an de dagirkeran xwest êrişî çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, hêzên me li dagirkeran da.

Dagirkeran saet di 13.30´an de dîsa êrişî çeperên şer kir. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran da û dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Heman rojê saet di 14.40’î de dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Hêzên me bi çekên giran û sekvaniyê li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin û 5 dagirker jî birîndar bûn.

Di 9’ê Gulanê de saet di 16.50’î de dagirkeran hewl da li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin. Hêzên me bi çekên giran li wan da. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar man qedemeyekê vekişin. Heman rojê pergaleke kamerayê ya mobeseyê, cîhazeke wênegirtinê, sensoreke tevgerê li Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk 9’ê Gulanê li hemberî çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê çekên kîmyewî bi kar anîn.

Li herêma Zê (Zapê);

9’ê Gulanê saet di navbera 09:30-14:00’an de artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi dijwarî bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Di encama mudaxeleya hêzên me ya bi çekên ferdî de şerên dijwar qewimîn û dagirker neçar gavekê vekişiyan. Heman rojê saet 16.00’an, pergaleke kamerayê ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

9’ê Gulanê danê sibehê, dema ku dagirkeran xwest 2 caran bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bikin, hêzên me bi çekên giran li wan xist. Dagirker neçar man gavekê vekişin.

Roja 9’ê Gulanê saet 10:30’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê da. Hejmara dagirkerên kuştî û birîndarbûyî nehate tespîtkirin.

8’ê Gulanê saet 12:30’an de hêzên me bi taktîka sekvaniyê dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Harûn a li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro xist û dagirkerek kuşt.

9’ê Gulanê saet 17:40’î hêzên me bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên Qada Berxwedanê ya Karker da, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

9’ê Gulanê saet 12:30’an de, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de derb çeperekî dagirkeran hate xistin û dagirkerek jî hate kuştin.

9’ê Gulanê saet 16:30’an li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro ji Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li dijî dagirkeran çalakiyek kir. Wan 3 dagirker ceza kirin, 4 dagirker jî birîndar bûn.

BEHDÎNAN

Xizmeta dijmin nekin!

HPG´ê bang li wan kesan kir ku agahiyan ji çiyayên Kurdistanê didin dewleta Tirk a dagirker û got, “Armanca dagirkeran niha jî ew e ku rêyeke leşkerî ber bi herêma Mêrgûmarê ya li herêma Besta ya Botanê veke û dagirkerî û tunebûnê kûrtir bike. Dewleta Tirk ji bo bigihije vê armanca xwe hin kontrayan bi kar tîne û darên herêma Mêrgûmarê bi wan dide birrîn. Divê ti kes xizmetê ji polîtîkayên dijmin ên ku li Kurdistanê dibin sedema dagirkerî, talankirin û îstîsmarê neke û dest ji qirkirina erdnîgariya Kurdistanê berde. Kontrayên ku helwêsta xwe bidomînin û xizmeta dijmin bikin wê bibin hedefa hêzên me.”