Ciwanên rojhilatê Dêrazorê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk û sûcên wê li dijî gelên herêmê şermezar kirin.
Ciwanan li pêşiya avahiya ciwanan a Hecînê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Ciwan li kolanên Hecînê geriyan û ber bi nexweşxaneya giştî ve çûn. Xwepêşandêran bi sloganan hem êrişên dewleta Tirk û hem jî siyaseta hikumeta Şamê şermezar kirin.
Meş li pêş nexweşxaneyê veguherî mitîngê. Endamê Tevgera Ciwanan li Hecînê Muwefeq El-Hesen bi navê ciwanên gundewarên rojhilata Dêrazorê daxuyaniyek xwend û destnîşan kir ku ew ê piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) di şerê wan a li dijî dewleta Tirk, têkoşîna wan a li dijî şaneyên hikumeta Şamê, çeteyên DAIŞ'ê û şaneyên veşartî de, bikin.
Muwefeq El-Hesen got: "Em wekî ciwan soz didin şehîdan ku rêya wan bişopînin."
ANHA/DÊRAZOR