Deqeke reş a li ser hikûmetê ye

Şemî 11 Mijdar 2023 - 00:15

Her ku diçe nerazîbûn û helwestên li dijî revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed zêde dibin. Rojnamevanê Kerkûkê Rêbaz Sebah wiha axivî:“Mixabin hevrê û hevpîşeyê me Rojnamevan Silêman Ehmed hatiye revandin. Piştî rojnamevan, ajans û medya, heta Parlamentoya Iraqê û rêxistinan bertek û helwest nîşan dan, wê demê nû hêzên emnî yên berpirsên wê herêmê daxuyaniyek belav kir. Çima heta  zext nehat kirin, daxuyaniyek nehat dayîn, yan niyeta wan ya heta hetayî windakirinê hebû? Ji beriya niha li heman herêmê nûçegihanê Rojnews’ê hate qetilkirin.” Rêbaz Sebah destnîşan kir ku wek rojnamevanên Kerkûkê daxwaza diyarkirina çarenûsa Silêman Ehmed dikin û di zûtirîn dem de were azadkirin û got: “Ev nûçe wê bigihêje hemû cîhanê û li derve jî wê bibe xalek reş li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Rojnamevan Xebat Necmedîn jî wiha got: “Nabe ku rojnamevanek ne li gorî yasayê were girtin. Divê hikûmeta Herêmê xalên ku gelek caran rêxistinên navdewletî di derbarê binpêkirina mafên mirovan û bi taybet rojnamevanan de, hişyarî dane di berçavan re derbas bike. Silêman Ehmed di dezgehek ya medyayê de kar dikir û li gorî yasayê navê wî di Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê de qeydkiriye. Divê bi awayekî dadperwerane nêzîkatî li gel were raber kirin.”

Necmedîn diyar kir ku rojnamevan hertim li ser îdîayên siyasî, bi zihniyetek teng a hizbî û eşîrî têne girtin, di dema borî de jî rê li ber bernameyeke çandî ya rojnamevan Dilşad Ehmed ku 30 sal in vê bernameyê birêve dibe û serdana hemû navçeyên Herêma Kurdistanê dike, hate girtin.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.