Depoyeke sîlehan a DAIŞ'ê hat dîtin
În 16 Nîsan 2021 - 06:08
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên wan di encama operasyoneke ewlehiyê de li navenda bajarê Reqayê, depoyeke çekan a çeteyên DAIŞ`ê dîtiye.
Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Navendê ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê de, yekîneyên lêgerînê yên girêdayî hêzên wan depoyeke binerd a çekan a DAIŞ`ê li navenda bajarê Reqayê dîtiye û dest danîne ser gelek çekên sivik, navîn û cebilxaneyê.
Her wiha navendê anî ziman ku hejmarek ji mayîn û madeyên teqemeniyê jî di wê depoyê de hatine dîtin.
Di heman operasyonê de, hêzên QSD'ê hejmarek ji mayînên binerd ên li derdora depoya çekan jî bêbandor kirin.
Navendê bi bîr xist ku depoya binerd di maleke sivîlan de bû ku xwediyên wê di dema serweriya DAIŞ`ê ya Ii herêmê de ji bajêr reviyane.
REQA