Denîz Poyraz definkirin
Şemî 19 Hezîran 2021 - 05:40
Cenazeyê Denîz Poyraz a di êrişa çekdarî ya li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de hat qetilkirin, piştî merasîma saet 17.00’an a li Mizgefta Kadîfekaleyê, li Goristana Kaynaklar a Bûcayê tê definkirin.
Dema me nûçeya xwe amade dikir hê amadekariyên merasîmê dihatin kirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, endamên MYK û Meclîsa Partiyê, parlamenter û gelek kes beşdarên merasîmê ne
Hevserokên Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û şandeya li gel wan berî merasîma cenaze hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin.
Hevberdevkên HDK’ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, endamên MYK’a HDP’ê û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik jî li gel hevserokan bûn.
Sancar û Bûldan wêneyê Denîz Poyraz bi ber sukra xwe ve kirin. Hevserok li odeyên partiyê yek bi yek geriyan û der barê êrişê de agahî ji rêveberan wergirtin û qerenfîl danîn cihê Denîzê lê hatibû kuştin.
MA/IZMÎR