Denîz keça gelê Kurd e 

Şemî 19 Hezîran 2021 - 05:12

  • Li bajarê Izmîr ê Tirkiyê, pêr destê sibehê kujerê dewleta Tirk wî perwerdekirî di kontrola polîsan de ket avahiya HDPʼê ya bajêr û endama partiyê Denîz Poyraz kuşt. Denîz doh cenazeyê wê hat definkirin û diya wê Fehîmayê got: Denîz keça gelê Kurd e, em pê serbilind in.

Pêr li Îzmîrê kujerê perwerdekirî yê dewleta Tirk Onur Gencer ket avahiya HDPʼê Izmîrê agir bi avahiyê xist, endama HDPʼê Denîz Poyraz rehîn girt û paşê bi 6 gulleyan kuşt. Dayik û bavê Poyrazê der barê keça xwe de axivîn. Dayika wê Fehîme Poyrazê got: “Sê zarokên min xistin girtîgehê, Deniza min jî ji me sitendin.” Bavê Denizê, Abdulîlah Poyraz jî got: “Li dijî zilmê bi hezaran Deniz hene.” 
Fehîme Poyraz diyar kir ku ew dayika 9 zarokan e, û berî bi salan wexta hatiye girtin polîsan jê pirsîne, çima ewqas zarok anîne û got: “Dewletê 25 sal berê ev yek ji min pirsî. Pişt re sê zarokên min xistin girtîgehê. Deniza me jî ji me sitendin.” 

Em pê serbilind in 

Fehîmeyê anî ziman ku Denîz keça gelê kurd e û got: “Em pê serbilind in.” Fehîmeyê da zanîn ku tevî astengiya polîsan jî cenazeyê keça xwe dîtiye û got: “Ez çûm min çavreşa xwe dît. Gulle bera serê wê û sînga wê dabûn. Min eniya keça xwe ya di nava xwînê de mabû maçî kir.” 

Fehîmeyê diyar kir ku gelê kurd xwedî li Deniz derdikeve û got: “Li ber Saziya Tiba Edlî bi sedan polîs sekinandibûn. Xelk xwedî derket lewma tiştek nekirin. Ez dayika girtiyan û şehîdan im. Deniz êdî tenê ne keça min e. Xebatkara partiya xwe bû. Keça min tevlî karwanê şehîdan bû. Şikir ji xwedê re serê min bilind e.

Ma keça min ji yên din hêjatir e? Ez ê ji bo keça xwe negirîm. Ez dayika şehîd im, nagirîm. Serê min bilind e."

Ez neketim û nakevim

Fehîmeyê çû serdana kurê xwe yê li zindanê jî û jê re got: "Ev nakevim, li ser piya me qurban, ez nakevim, nakevim, nakevim!!! Ev 40 sal in ez neketim ji niha pê ve jî nakevim. Ez ê timî li ser piya bim. Neyar, ez rûtetût tazî kirim, ez neketim. Îro ez ê ji bo Deniz bikevim? Ez nakevim, nakevim Ez!!! Serê min bilind e. Tu birin û ji te re gotin va bavê te teqawît bûye, bêşeref we dest pê kir, ez van ji bîr nakim!!! Ji bîr nakim bavê min, serê min bilind e. Temam tu wilo nebêj bavê min, tu niha destê wan de yî qurban."

 Em deyndarê vî gelî ne

Bavê Denîz Poyrazê, Abdulîlah Poyraz jî got: “Li dijî zilmê bi hezaran Deniz hene. Keça min ji wan keç û xortên kurd ku bi kîmyewî kuştine ne cuda ye. Keça min ji Sêvêyan, Pakîzeyan ne cuda ye. Lokman Bîrlîk bi pey panzêrê ve kaş kirin. Keça min ji wan ne cuda ye. Mehmet Tûnç şehîd xistin, Deniz ji wî ne cuda ye. Em çi jî bikin kêm e. Em hêj ji vî gelî re deyndar in. Em çiqas bedel bidin jî deynê me ji bo vî gelî naqede.

Şehîda me hemûyan e. Daxwaziya min ji xelkê me ew e ku em bibin yek û yekîtiya me çêbibe. Bila serê gelê kurd û HDP’ê sax be. Ji destê Tayyîp û koma wî were wê êrişî tevahiya Kurdistanê, Sûriyê û Iraqê bike. Wê ji ber têkoşîna gelê kurd bi ser nekevin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.