Dengêniya bêdengiya beramberî zilmê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 8 Çile 2024 - 02:30

De ka qey hunermendên ji Picasso mezintir in. Belkî jî wêjekarên ji Jean-Paul Sartre jî baştir in. Xwedê dizane. Qismî ne karê min e, qismî ne hedê min e. Lê gava mirovekî di nava civakê de darîçav, bêdeng e, ha hingê pirr dengê wê derdikeve. Lewma di rewşên şer, komkujî, mêhtingerî, cunta, dagirkeriyê de bêdengî aliyê herî diyar e û ew alî ne aliyê heq û mezlûman e. 

Ji Tirkiyeyê îro 564 hunermendan û nivîskarên warê hunerê dengê xwe kirin; aliyl xwe diyar kirin û gotin, bi muzakereyan û muxatebgirtina Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê aştî mumkin e. Ji ber wê ez ê berê xwe bidim hunermend û nivîskarên Kurd jî.

Gelek caran gava mezlûm guhên xwe li gotineke kes û xwediyên xwe yên navdar pel dikin, û ew gotin ber guhê wan nakeve, dengêniyeke ecêb çêdibe: dengêniyeke ku mirovan kerr dike. 

Gava şer biqewime, mirov ilehî aliyê heq û neheq ji hev dernaxin. Lê gava dagirkerî heye, gava qirkirin heye, aliyê dagirker, aliyê qirker û aliyê mêhtinger eşkere ne. Axir me ji ti hunermend û wêjekarî nexwestiye weke Fanon hişk jî be, lê ma devê wan nîne? Yan gelo heye û bi simbêlan serê girtine? û Heger jin in, ser devê xwe bi çi girtine? Welê li gelekan hatiye ku bêdev bûne!

Dewleta Tirk eşkere êrişî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Xelkê, rêveberiyên sivîl, binesazî, fabrîke, dibistan, nexweşxane… hema çi bikeve ber de bombe dike. Aş, aş! Aşan bombe dike. Lê tine. Camêr û canikên min û we bêdeng in. Çima? Xebero bêalî ne! Law, ma hûn nikarin aliyê aşan jî bigirin? Heger na hûn aliyê bombeyan digirin û ti îdealîzma wan bombeyan a weke ya Don Quijote (Don Qîxote)

jî nîne. Tenê aliyê bombeyan e û ew bombe xelkê, rêveberiyên xelkê, dibistan, nexweşxane, fabrîke, rafînerî û aşan wêran dikin: ew gund û bajaran wêran dikin.

Ji wan we ye, hinek ji wan dixwazin bibin milîtan! Na bavo na, milîtanan ji we qebûl e. Ma hûn bibêjin, "jin û zarokan nekujin" hûn dibin milîtan?, yan gava hûn dibêjin, "aşan bombe nekin" hûn dibin milîtan?

Heta par tevgereke xurt a hunermendan hebû li dijî pêşîgirtina li xiyaneta di navbera Kurdan de. Ew deng jî vebirrî. Gelo tehlûke kêmtir bû? Çima, sermeselê Şivan Perwer ê ku beriya salekê "her ro du ro" daxuyaniyek dida niha bêdeng e? Çima hunermendên TEV-ÇAND´ê yên ku par fermî daxuyanî dan, berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, îsal hîna di vê biwarê de tiştek nekirine. Ez dizanim, em gelek hêviyan ji wan dikin û rast e, ew gelek karan bi hev re dikin. Lê niha pêdiviya me bi deng heye.

Li hepsên dagirkeran, girtiyên azadiyê di greva birçîbûnê de ne, li derve nobetên edaletê hene. Heger hunermend û wêjekar yanî ruh û wicdanê civakê dikare xwe li vê yekê kerr û kor bike, hingê meseleyeke pirr cidî heye. 

Li ser vê babetê, divê em hemû li nava xwe û ji xelkê re jî helwêsta xwe pirr eşkere diyar bikin. Herçî hunermend û nivîskar in, ev yek ji wan re bêhtir îcbarî ye. Niha wext e ku em xelkê li derdora xwe li ser vê meselê hestiyartir bikin, bikin ku bêdeng nemînin. Bêdengî aliyek e, aliyekî pirr eşkere ye, û ew alî ne yê mezlûman e û ew alî qet ne aliyê heq e. Ew aliyê newêrekiyê ye û aliyê neheqiyê ye. Pê re jî ji ber ku zalim wê dixwazin, ew aliyê zaliman e jî.

Divê em ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ku maneya wê wê bibe çareseriya siyasî ya meseleya Kurd, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê û li dijî sefera qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî Bakurê Kurdistanê, dengê xwe bikin, bikin ku hunermend û nivîskarên me jî dengê xwe bikin, bibin xwedî înîsiyatîf. Lewma bêdengiya wan êdî mirovan kerr dike.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.