Dengekî nemir ê Kurdistanê; Tahîr Tofîq

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Cotmeh 2023 - 00:58

Di ser wefata stranbêj Tahîr Tofîq re 36 sal bihurîn. Lê dengê wî yê xweş hîna jî li ber guhan e û olana stranên wî deng vedidin li Kurdistanê. 

Tahîr Tofîq di sala 1922’an de li navçeya Koyê ji dayîk bûye. Wî di nav malbateke hejar de çavên xwe li jiyanê vekirin. Tahîr Tofîq heta pola 3’an xwendibû û piştî ku mamosteyên wî dengên wî yê xweş ferq dikin jê re dibêjin ku bila ew tim sirûdan bixwîne. 

Tahîr Tofîq di bin bandora dengbêjên jêhatî yên Koyê yên wek Siwê û Mela Eshed de maye û ji Ehmedî Hemayê Mela jî gelek sûd wergirtiye. Lê dema ku aliyê wî yê dengbêjiyê bihêz bû, hewl da ku deng û stîla xwe hebe û di nîva salên 1940’î de bi deng û stîla xwe bibe dengbêj.

Tahîr Tofîq ji sala 1945’an vir ve endamê sehneya ahengên Newroza Kurdî ye û bi dengê xwe yê xweş gelek stranên netewî gotine û guhdarên xwe mest kiriye. Dengekî wî yê zelal û balkêş hebû û ji bo stranên xwe baştirîn tekstên helbestvanên Kurd yên mezin hilbijartibû.

Helbestên helbestvanan kire stran û awaz

Tahîr Tofîq helbestên gelek helbestvanan kirine staran. Wek helbestên Hacî Qadirê Koyî, Wefayî, Îbrahîm Ehmed, Bextiyar Zewar, Fayeq Bêkes, Hejar û Bêxûd. Mistefa Begê Kurdî, Safî Hîranî, Tahir Begê Jaf, Osman Aûnî, Hemn, Goran, Madhosh, Dildar, Dilzar, Mecîd Asngar û Bêxud. Herwiha helbestên helbestvanên wek Mistefa Begê Kurdî, Safî Hîranî, Tahir Begê Caf, Osman Ewnî, Hêmin, Goran, Medhoş, Dildar, Dilzar, Mecîd û Asinger kirine stran.

Tahir Tofîq di jiyana xwe de şeş pirtûkên helbestan nivîsîne û ji wan ya herî baş ‘Gulî Serbestî’ ye ku di sala 1983’an de bi pêşgotina Kerîm Şareza hatiye çapkirin. Berhemên wî yên din jî ‘Kirasê Zerdê, Şilêr û Şilêr, Nesrîn Êwara Newroze’ ne.

Stranbêj û hûnermendê navdar yê Kurd Tahîr Tofîq beriya niha 36 salan, di 20’ê Cotmeha 1987’an de, di 65 saliya xwe de koça dawî kir û cenazeyê wî li navçeya Koyê hat veşartin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.