Dengek derba li dagirkeriyê ye

În 11 Cotmeh 2024 - 02:15

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku di 20’ê vê mehê de were kirin, daxuyaniyek belav kir. Daxuyanî wihaye:“Başûrê Kurdistanê li nav şert û mercên pir giranda em ber bi hilbijartinê ve diçin. Aliyekê şer û pevçûnên Rojhilata Navin belav dibe, aliyê din qirkirinek çandî, nasnameyî û cesteyi a li ser gelê Kurd û jinan tê meşandin jiyan xistiye nav krizek mezin. Disa pêvajoyeke ku kuştin, xwekuştin û şideta li ser jin, hemû mafên zagonî bêparmayin wek rewşek asayî û rojane tê dîtin de derbaz dibin. Ev 33 sale desthilatên ku li ser navê gelê Başûrê Kurdistanê siyaset dikin bi gendeli, bêkarî, bê meaşî, civak teşfiqê koça derve kirinê, malbata xwe dewlemendkirinê, ji bo berjewendiyên malbatî zarokên gelê xwe bêmaf hiştinê, disa axa Kurdistanê ya piroz radestê dagirkeran kirinê wek siyaseta esasi destgirtiye û pêkanîne. Tu kar bi ser navê demokrasî û azadî ji bo vî gelê nekirîne. Îro ji heya qirika xwe ketine nav îxanetê. Îro li Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta desthilatiya xwe firoş Kurdan ‘hêvîya’ xwe ya serkeftinê winda kiriye. Ji ber wê kes giringiya pêwist nade hilbijartinê jî. Herî zêde jin beramberî êrişên bi erêkirin û rewakirina zagonên zilamsalar ên deshilatan hêviyên xwe beramberi hertişti winda kirine. Heman demê ji ber zagonên heyî ên mafê jinan diparêzin nakevin meriyetê ev bêhêvîbûn zêdetir dibe. Desthilata îro bi şêwazekî herî kûr zihniyeta zilamsalar ser jin zarok û civakê ferz kiriye. Jin hatiye halê ku êdî nikare henaseyek azad jî bigire. Em jî bawer nakin bi hilbijartinekê hemû bêdadî û neheqî ji holê rabin. Lê belê ji bo ev xak firoş û dijminê jin û civakê bi bin bikeve û tu desthilatên din cesaret neke dest biavêje nirxên gelê me yên pîroz, pêwîste her kesekî azadixwaz û welatparêz xwedî helwestekê be. Her dengekî beramberî îxanetê û desthilatiya zilamsalar were bikaranîn tolhildana sedan zarok û ciwan û jinên ku me li dijî dagirkeran ji destdane ye. Dîsa her dengekî li beramberî vê zîhniyeta zilamsalar were bikaranin ji bo bilindkirina têkoşîn û azadiya jinê wê bibe sedema pêngaveke nû.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.