- Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiya dane destpêkirin di roja 19’an de ye. Girtî Dilgeş Yaşar got: Çalakiya herî mezin deng derxistin e.
Çalakiya greva birçîbûnêya girtiyên azadiyê ku di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo meseleya kurd çareserî” de hate destpêkirin di roja 19’an de ye û wê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Dilgeş Yaşar diyar kir ku mumkin nîne ew tecrîdê weke tiştekî asayî bibînin û got, ji bo heqîqetê çalakiya herî mezin derxistina deng e.
Yaşar, diyar kir ku bi giranbûna tecrîda li Îmraliyê re mercên wan ên li girtîgehan jî nebaştir bûne: “Mumkin nîne ku em tecrîdê weke tiştekî asayî bibînin. Ev bû 3 sal, em ti agahiyan ji rêberê xwe nagirin. Li ti devera cîhanê sepaneke wiha ya tecrîdê nîne. Li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê, me jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorê kir. Ji bo heqîqetê çalakiya herî mezin, ew ku mirov dengê xwe derxe. Divê gelê me ji her carê zêdetir bikeve nava tevgerê û xwedî li vê çalakiyê derkeve. Divê kesên bêdengbûnê tercîh dikin jî bên hişyarkirin.”
Bila cenaze dernekevin
Li gel destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê li Amed, Wan, Mersîn û Stenbolê jî bi pêşengiya TUHAD-DER'ê malbatên girtiyan dest bi Nobeda Edeletê kirin. Malbatên girtiyan ên li Botanê diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in û wan bang li her kesî kirin da ku erka xwe ya mirovahiyê pêk bînin.
Dayika girtiyê bi navê Mustafa Acet ê ku di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin, Taybet Acetê got, li dijî tecrîdê helwêstnîşandan erka her kurdê aşitixwaz e:"Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Em jî li pey doza wan û daxwaza wan in. Em heta dawiyê li cem wan in. Heta edalet neyê, em ê ji doza xwe venegerin."
Dayika girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku di Girtîgeha Tîpa T a Xelatê ya Bedlîsê de tê ragirtin, Nebahat Îşçiyê jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, "Ez jî girtiyên ku îro di zindanan de li ber xwe didin, silav dikim û çalakiya wan pîroz dikim. Îro mifteya aştî û azadiyê li Îmraliyê ye. Heke îro serokatî derkeve wê çareseriyek bê cîhanê. Ev çend sal in ti agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ne malbata wî dikare biçe hevdîtinê pê re bike û ne jî parêzer dikarin biçin pê re hevdîtinê bikin. Ez vê tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikim. Divê êdî birêz Ocalan jî wekî serokên gelên cîhanê hemûyan azad bibe."
Dayika girtiyê bi navê Celallettin Demir ê ku di Girtîgeha Xarpêtê de tê ragirtin, Şîrîn Demirê jî anî ziman ku wekî malbatên girtiyan heta daxwazên zarokên wan pêk bên, wê çalakiyan li dar bixin û got, "Îro di greva bi dor de ne, lê heke encam neyê girtin, greva mezin a mirinê wê bidin destpêkirin. Ev jî wê bibe sedem ku ji girtîgehan cenaze derkevin. Heke birêz Ocalan nebe, em jî nînin. Em li pey şopa wî û doza wî ne. Tişta ku ji gelê Kurd tê, divê bike. Heta ev tecrîd bê şikandin, em ê li ser piyan bin."
Ji serokê Kurdan agahî nayê girtin
Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, Esmer Tûnçê jî daxwaz kir da ku her kes dengê girtiyan bibihîze:"Tişta bikeve ser milê me divê em bikin. Divê em nesekinin. Ev sê sal in ku ji serokê 50 milyon insanan agahî nayê girtin. Ma ev mirovî ye? Em naxwazin ku xwîn birije, bila dawî li vê tecrîdê bînin."
Dayik Nafya Kuçukê jî anî ziman ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, ew ê nesekinin û got, "Zarokên me ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe, ketine greva birçîbûnê. Em dixwazin ev zilma li ser wan rabe. Ev tecrîd bê şikandin. Bila deriyê girtîgehan vekin. Heta ev tecrîda li ser serok Apo ranebe, em ê li ser pêyan bin."
NAVENDA NÛÇEYAN