MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan û gotin ku ji bo tecrîd bê rakirin divê hemû kes bêhtir deng derxînin. 

Ocalan vîna gel e

Enes Rakim (20) anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyeyê û weke hemû beşên civakê bandor li ser ciwanan jî dike û got;’’29 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Em weke ciwan bi fikarin, dixwazin agahî ji birêz Ocalan bigrin. Ne tenê rakirina tecrîde divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were. Birêz Ocalan vîna gelê kurd e. Divê gelê kurd li dijî vê bêdeng nemîne û behtir deng derxîne. Di şexse birêz Ocalan de gelek di bin tecrîde de ye. Her wiha divê rêxistinên hiqûqê û partiyên siyasî jî behtir di nava hewldanan de bin. Muxatabe çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Ji ber wê jî ne tenê mijara gelê Kurd û siyaseta Tirkiyeyê her wiha bandor li siyaseta navneteweyî jî dike ji ber wê divê êdî ev tecrîd bê rakirin."

Ji ber tecrîdê xizanî heye

Mihrîban Aydın (20) jî diyar kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê dengekî xurt derneketiye û got;"Li dijî tecrîdê di nav bêdengiyê de dengek heye, lê kes nabêje ev tecrîd li dijî kê û ji bo ke tê bikaranîn. Rêxistinên hiqûqê, mafê mirovan, partiyên siyasî û hemû civak divê li dijî vê tecrîde rabe. Ji ber tecrîd heye şer heye, şer jî dibe sedema xizaniyê. Ji ber wê jî hemû civak ji tecrîde bandor dibe. Yên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im divê  li dijî derkevin."

Ocalan Rêberê gel e

Muhsîn Aydogdu jî bibîr xist ku dema hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re dihat kirin rewşa aboriyê jî baş bû û got;"Piştî ku pêvajoya 'Çareseriyê' hat qedandin û tecrîdeke giran li dijî birêz Ocalan hat meşandin polîtikayên şer derketin holê. Ji ber polîtikayên şer krîza aborî derket û gel di nava xîzaniy'e de ye. Birêz Ocalan rêberê gelê kurd e. Tecrîda li ser birêz Ocalan pirsgirêkeke civakî ye. Divê ji bo tecrîd bê rakirin em, mal bi mal, gund bi gund, tax bi tax tecrîdte bixin rojevê. Birêz Ocalan ne tenê kesayeteke, fikreke û 50 milyon kurd e. Birêz Ocalan li ser tecrîda Girtîgeha Îmraliye dibêje ku, 'Hûn çawa bi milyonan kesan bixin odeyekê' em jî dibêjin êdî bi milyonan însan di odeyeke de nahewin. Êdî divê dîlgirtina fizîkî ya birêz Ocalan bi dawî bibe."