Dengê xwe bidin dijî dagirkeriyê

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 02:30

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistane daxuyaniyek weşand ku di pêvajoya propagandayê de ye.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:"Ev qonaxeke diyarker e, ji ber ku ji aliyekê ve metirsiyeke mezin li ser destketên gelê me li hemû beşên welat de heye û di heman demê de derfeteke me ya mezin ya serketinê jî heye. Em weke Kongreya Neteweyî Kurdistanê ku her tim banga yekitiya gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî dikin, em jî daxwaz dikin ku pêvajoya hilbijartinê di atmosfereke aram û şaristanî de û bê destwerdan were kirin. Hilbijartineke zelal ku gelê Başûrê Kurdistanê bi awayekî azad dengê xwe bide. Em piştrast in ku gelê Başûrê Kurdistanê bi zanebûn e ku wê dengê xwe bide namzetên ku berjewendiyên herî bilind ên gelê Kurd diparêzin, destketî, maf û azadiyên xwe biparêzin û ji bo Kurdistana azad li dijî dagirkerî û komploya dijberan têbikoşin. Divê tavilê bê qebûlkirin û piştre hikûmeteke bi bandor ku bersivê bide daxwazên dengdêran û hemû gelê Kurd bê avakirin û dest bi xebatê bike.

Bi vê munasebetê em weke KNK careke din bang dikin: Ev hilbijartin girîng in, divê gelê me biçe ser sindoqan dengê xwe bide berendamên welatparêz yên dijî dagirkeran.

Divê hilbijartin bi hemû awayî zelal û bê hîle bêne meşandin da ku encameke rast û durist derkeve holê. Divê hemû aliyên siyasî yên beşdarê hilbijartinê dibin, di peyam û peopaganda xwe de  bi zimanekî siyasî plan û projeyên xwe pêşkêş bikin û zimanê sûçdarî û heqaretê nexebitinîn. Divê hilbijartin bi atmosferek demokratîk de bêne kirin, li ti cih û ti deveran li hember ti kesî şîdet neyê karanîn. Divê hemû hêz ji encamên hilbijartinê re rêz bigrin û li gorî encamên hilbijartinê hikumeteke demokratîk bê ser kar."

Desthilata gemar diguherin

Herwiha bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, li bajarê Silêmaniyê pêngava yekem a propagandaya ji bo hilbijartinan û nasandina namzedên lîsteya jimare 129 ya YNK destpê kir. Bafil Talebanî ragihand ku Yekîtî tekane partî ye ku dikare rêbaza desthilatdariya Herêma Kurdistanê sererast bike û got:“Di vê hilbijartinê de emê bi piştevaniya xweda û xelkê Kurdistanê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin. Yasaya hilbijartinê ya berê kirasekî malbatekê bû, lê me ew kiras çirandin. Ger hûn razî bin ku ev hikûmet bibe bankek ji bo malbatekê, herin dengê xwe bidin birêz Midûrê Giştî. Li Silêmaniyê gelek tiştên xerab hebûn û me hemû hilweşand. Ev peyamê ji bo PDK’ê; ger buldozera we tunebe, min heye û cihên xirab ji we re hilweşînim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.