- Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk li Batmanê Ruştu Tiryakî got, armanca wan ew e ku 500 hezar dengî ji derveyî Tirkiyeyê wergirin û xwest her kesê li derveyî Tirkiyeyê nexasim li Ewrûpayê dengê xwe bide.
REWŞAN DENIZ / FRANKFURT
Li derveyî Tirkiyeyê, dengdanê 27´ê Nîsanê dest pê kir. Di nava 6 rojan de li konsolosxaneyan û deriyên sînor, 860 hezar kesan dengê xwe da û rêjeya dengdanê bû ji sedî 25. Hîna qederê 2 miyon û nîv hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê neçûne ser sindoqan. Li hin welatan dengdan wê heta 9´ê Gulanê dewam bike. Nûnerê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ê HDP´ê Rüştü Tiryakî bang li hilbijêran kir da ku di mohleta mayî de dengê xwe bidin.
Tiryakî bi bîr xist ku di hilbijartina 2018´an de li derveyî Tirkiyeyê HDP bûbû partiya 3´yemîn, û da zanîn ku armanca Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) niha ew e ku dengê xwe yên li derveyî Tirkiyeyê du caran li berê zêde bike: “Hedefa me ew e ku em li derveyî Tirkiyeyê 500 hezar dengan bi dest bixin. Di hilbijartinên 2018´an de me qederê 260 hezar dengan wergirtibûn. Em difikirin ku herî kêm milyonek û 750 hezar hilbijêr wê dengê xwe bidin. Ji ber wê em dixwazin xwe bigihînin rêjeya ji sedî 30´î. Ji bo wê jî lazim e em dengê xwe yên ji derveyî Tirkiyeyê ji sedî sed zêde bikin.”
Çima hilbijêrên me naçin ser sindoqan!
Tiryakî got, heger hilbijêrên Partiya Çep a Kesk biçin ser sindoqan ev rêje ji bo wan muhtemel e bê bi destxistin û wiha dewam kir: “Lê mixabin e, hîna pirraniya hilbijêrên me dengê xwe nedane. Gelek ji wan qet qeyrdiyên xwe jî kontrol nakin û naçin ser sindoqan. Ji bo em vê çareser bikin, ji Îliona 2022´yan ve em dixebitin. Ji bo ku em encamê bibînin du hefte man.”
Em parlamenterên xwe ji dest nedin
Di hilbijartina 2018´an de dengên ji derveyî Tirkiyê kiribûn ku HDP li Mûşê parlamenterekî bi dest bixe û li Batmanê jî yekî ji dest bide. Ruştu Tiryakî li Batmanê namzetê Partiya Çep a Kesk e, û diobêje, “Heger em li derveyî Tirkiyeyê bigihîjin hedefa xwe ya 500 hezar dengî, hingê em ê pêşiyê lê bigirin ku Tifaqa Cumhur yan jî Tifaqa Millet ji me parlamenteriyan bistînin. Ev jî wê tesîrê yekser li hejmara parlamenteriyên me bike.”
Tevgera heyî kêm e
Tiryakî da zanîn ku niha ew “Ji bo ku em bigihîjin hilbijêran û wan bigihînin ser sindoqan xebateke me ya xurt heye. Piştî roja sisiyan yanî ji 29´ê Nîsanê û pê ve me bêhtir hilbijêrên xwe birin ser sindoqan. Niha hilbijrên me zend û bend vemaliştine. Lê lazim e dengdan ji roja dawî re neyê hiştin.”
Herî kêm 500 muşahid wê li Enqerê bin
Li ser ewlehiya hilbijartinê û dengên li derveyî Tirkiyeyê jî Ruştu Tiryakî got, ew amade ne û bila kes fikaran neke: “Ji bo li enqerê jimartina dengên ji derveyî Tirkiyeyê em bi herî kêm 500 muşahidan amade bin. Wekî din hevalên me yên ku mafê wan ê îtîrazê heye û hevalên me yên parêzer jî wê wezîfeya xwe bikin.”
Bibin şirîkê 100 parlamenterî
Ruştu Tiryakî herî dawî wiha bang li hilbijêrên li derveyêî Tirikiyeyê kir: “Dibe ku her dengê hilbijêrek li derveyî Tirkiyeyê bide, diyar bike ka kî wê parlamenteriyê li bajarekî bistîne. Bi vê bîreweriyê em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ilehî biçin û dengê xwe bidin.” Wî xwest her kes bibe şirîkê bidestxistina 100 parlamenterên Partiya Çep a Kesk.