• Behrûz Boçanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, qederê 7 salan li girava heps ji bo penaberan a bi navê Manus hatibû ragirtin.

Di Festîvala Navneteweyî ya Havînî ya Hamburgê ya sala 2022´yan de, bi navê “Diasporic Echoes im Avant-Garten (Dengvedanên dîasporîk li hewşikên pêş malê - îşaret bi peyva avangard [pêşeng] jî dike )” rêzeçalakiyeke balkêş heye. Di nava vê rêze çalakiyê de Behrouz Boochani (Behrûz Boçanî) wê ji kitêba xwe "No Friend But The Mountains" bixwîne û heman êvarê piştî wî Alexei Volinchik jî wê konsera xwe ya bi navê "Train Across Ukraine (Trêna di Ukraynayê re)” bide. 

Çalakî wê înê saet 18:30 li Waldbuehne bê li darxistin. Piştî xwendina qederê 90 deqîqeyî wê konser jî qederê 90 deqîqeyan dewam bike. 

Behrûz Boçanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, qederê 7 salan li girava heps ji bo penaberan a bi navê Manus hatibû ragirtin. Paşê Zelandaya Nû lê hatibû rehmê û ew ji zilma dewleta Awustralyayê xilas kiribû. Gava ku ew li Manusê girtî wî bi peyamên kurt kitêba xwe “No Friend But the Mountains” (Ji çiyan pê ve dost nînin) nivîsandibû û li Awustralyayê û derveyî wê gelek xelat wergirtibûn.

Ew niha doçentê zanistên civakî ye li zanîngeha UNSW ya Sidneyê û li Zanîngeha Birkbeck a Londonê jî ew doçentê mêvan e.

Di çalakiya li Waldbuehne ya Hamburgê ew ê bi bernameya zoomê beşdar bibe û bi xwe fizîkî hazir nebe.

HAMBURG