Dengê berxwedêran bilind dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 23:20

  • Tevgerên Ciwanan ên li Ewrûpayê bernameya “Dengê Ciwanan” çêdikin û li ser platformên medya dîjîtal dest bi weşana wê kir.

Tevgerên Ciwanan ên li Ewrûpayê bernameya “Dengê Ciwanan” çêdikin û li ser platformên medya dîjîtal dest bi weşana wê kir.

“Dengê Ciwanan” bi dirûşma “Li pêşiya ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ti hêz nikare bisekine” ji aliyê Tevgerên Ciwanan ên li Ewrûpayê ve hate destpêkirin. Bernameyê doh dest bi weşanê kir. Tevgerên Ciwanan, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, “Berxwedêr îro li her devera cîhanê têdikoşin. Madem têkoşîn heye, madem berxwedêr bêdeng namînin, wê demê pêwîstî bi qadeke nû heye ku vî dengê berxwedêran bilind bike.“

Li gorî daxuyaniyê, bernameya Dengê Ciwanan wê hewl bide têkoşîna ciwanên Kurd, ciwanên şoreşger, antî faşîst û înternasyonalîst bigihîne tevahiya cîhanê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.