Dengê azadiyê nayê tepisandin
Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:49
DÎDAR KAMIL / ANF / SILÊMANÎ
Pîran Herkî yek ji girtiyên Behdînanê ye û çalakvan û çavdêrê siyasî û pêşmergeyekî dêrin e. Herkî li ser girtiyên Behdînanê ji ANF’yê re axivî û got:“Ez salek û du mehan li Girtîgeha Giştî ya Hewlêrê bi awayekî neheq hatim zîndanîkirin. PDK’ê girtina çalakvan, rojnameger û kesayetiyên siyasî di sala 2020’an de da destpêkirin û di nav sê mehan de ji 23 kesan zêdetir çalakvan û rojnameger girtin.” Herkî da xuyakirin ku PDK rojnameger û çalakvanên sivîl zîndanî dike û êşkenceyê li wan dike û got:’’Yek ji wan sedeman ew e ku PDK ditirse ku rastî û heq bigihîje gel û haya gel ji bêplanî, bêsîstemî û gendeliya wan çêbe. PDK zêdetir ji derdor û sînorên xwe ditirse, lewma di nav sînorên xwe de destûrê nade azadiyê, lê divê wê yekê bizane ku dengê azad bi zîndanîkirinê nayê tepisandin.”
Ji cihê ajalan xirabtir bû
Herkî bal bire ser miameleyên xerab ên li nav zîndanên PDK’ê û got:“Eger ji min re bigotina ku li nav Kurdistanê zîndaneke wiha heye, min qet bawer nedikir. Zîndanek ku pehniya wê 5.5 metre û dirêjiya wê 12 metre bû, tê de 150 girtî hebûn ku di nav wan da mamosteyên zanîngehê, rojnameger, endazyar, diz û bazirganên madeyên hişber hebûn. Ev yek ji bo rewşa me ya derûnî xera bikin dikirin. Rojek min ew cih pîva ku min û du girtiyên din ên Behdînanê me tê de nan û av vedixwar û em tê de rûdiniştin, tenê 65 santîmetre bû. Ev yek ji bo ajalan jî çênabe. Di nav Girtîgeha Giştî ya Hewlêrê de bi tu awayî kitêb û çavkniyeke nûçeyan tune bû. TV’yên ku hebûn, tenê hin kanalên kêfxweşiyê bûn.” Herkî di dawiya axaftina xwe de behsa miameleya dadgehê kir û got:“Em heft caran derxistin ber dadgehê, doza me bê encam ma. Her çend gelek dadgeran daxwaza cezayê dikir, lê nedikarîn li ser me biryarekê bidin û me bêdeng bikin.”